Erol Onderoğlu: cezakirina dosyeyên ku navên desthilatdaran têde derbas dibin jî helwesteka keyfî ye

Erol Onderoğlu: cezakirina dosyeyên ku navên desthilatdaran têde derbas dibin jî helwesteka keyfî ye
Erol Onderoğlu: cezakirina dosyeyên ku navên desthilatdaran têde derbas dibin jî helwesteka keyfî ye
Vahdet Uçar
  • 1 Ocak 2022 13:12

Di roja dawîn a sala 2021an de 5 rojnameger bi doza Redhackê hatin darizandin û cezayê hepsê li wan hate birîn. Ji bo azadîya çapemenîyê bêguman ev bûyer xemgînîyê di xwe de dihewîne. Li gor rapora RSFyê a sala 2021an di nava salekê de li tevahîyê cîhanê 46 rojnameger hatine kuştin û 488 rojnameger jî di girtîgehê de ne.

Li aliyê din Tirkiye di rêza azadîya çapemeniyê ya RSFyê de di rêza 153yemîn de ye.

Li ser biryara doza Redhackê û bi giştî rewşa azadîya çapemenîyê em bi Nûnerê RSFyê Erol Onderoğlu re axivîn. Erol Onderoğlu herweha Raportorê Azadîya Çapemenîyê yê Bianetê ye.

cezakirina dosyeyên ku navên desthilatdaran têde derbas dibin jî helwesteka keyfî ye

Erol Onderoglû: Cezakirina 5 rojnamegeran ji ber e-mailên Wezîrê Xezîneyê yê berê Albayrakî tê wateya “dest nedin vê mijarê, têkil nebin”. Ku e-maîlên Albayrakî ji alîyê RedHackê ve hatibûn eşkerekirin û rojnamegeran tenê ew maîl kiribûn nûçe. Di heman demê de cezakirina dosyeyên ku navên desthilatdaran têde derbas dibin jî helwesteka keyfî ye. Dê armanc û mentiqa cezakirina vê dozê jî paşê eşkere bibe lê jixwe nakokîyek tê de heye ku em wê jî ji niha ve dibînin. Dadgeheka ku nikaribe rojnamegeran “ji ber nûçeyên hatine weşandin” mehkum bike dikare bi sûcê “bidestxistina daneyan bi awayekî neqanûnî” mehkum bike? Ku her kesî agahîyên RedHackê eşkere kirin dizane.

Ev mînak û darizandinên ne ‘adil ku bi salan in em dibînin dibin sedema avabûna qadeka mayînkirî di rojnamegerîyê de. Her çiqas dadgerî aliyê herî karîn di dozan de be jî, divê bi her awayî wêrekiyê nîşan bide ku berjewendiyên giştî biparêze û berpirsyariya xwe bigire ser milê xweli hemberî gel.

Sala 2021an rojnamegerîya rexnegir bandora xwe zêde kir

Tevî zextên giran û her çiqas rayederên giştî hewl dan ku rojnamegerîyê bêrûmet bikin jî sala 2021an salek bû ku rojnamegeriya rexnegir bandora xwe zêde kir û civakê pêdiviya nûçeyên rexneyî û objektîf hîs kir. Gef ne tenê li ser rojnamegeran e. Niha heman gef û tirs li ser rojnamegerên li kolanan rojnamegerîyê dikin, welatîyên dixwazin bi rojnamegerekî/ê re biaxivin û hevpeyvînê bikin e jî. Lê belê destkeftîyên rêxistinên rojnamegerîyê yên di warê mafê kartên çapemenîyê û mafê dîtina çalakîyan de destkeftîyên mezin in, herweha ew feydeyeka mezin li berdewamkirina mafên me yên rojnamegerîyê û agahdarkirina gel dikin.