Ermenîstan û Tirkîye li hev tên?

  • 31/12/2021
Ermenîstan û Tirkîye li hev tên?
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

31/12/2021

Ermenistanê biryar da qedexeya hawirdekirina li ser kelûpelên Tirkîyeyê rake.

Ermenîstan û Tirkîyeyê di serê meha Kanûnê de ji bo başkirina peywendîyên du alî gav avêtibûn. Ji bo başkirina peywendîyan û rêvebirina pêvajoyê jî nûner wezîfedar kiribûn. Her du alîyan niha gavên nû avêtine.

Li gor nûçeya Rûdawê Wezîrê Derve yê Tirkîyeyê Mevlut Çavuşoglu berî çar rojan gotiye: “Dê nûnerên taybet ên Tirkiye û Ermenistanê li Moskowê bicivin.”

Piştî daxuyaniya Çavuşoglu Wezareta Aborî ya Ermenistanê ragihand, qedexeya hawirdekirina kelûpelên Tirkiyê hatiye rakirin. Ku qedexeyê piştî Şerê Karabaxê destpê kiribû, dê ji 1ê Çileya 2022an ve bê rakirin ev qedexe.

%d