Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê berdewam in

Fermandarê Giştî yê HSDyê Ebdiyî got ku “Êrîşên Tirkiyeyê îro gihişitiye qonaxeke metirsîdar.” Berdevkê Wezareta Kar û Barên Derve yê DYAyê daxwaz kir ku “êrîş bisekinin.”

Bombebarana Tirkiyeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh jî berdewam kir.

Duh li Qamişlo, Kobanê, Amûdê û Hesekê bi dehan cîh bombebaran kirin.

Tirkiye ji 23 û 24ê Kanûna Pêşiyê û vir ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî sivîlan, avahiyên pîşesaziyê û avahiyên rêveberiya herêmî êrîşên asmanî pêk tîne. Roja duşemê Tirkiyeyê li Miştenûrê ya li Kobaniyê, navendeke tenduristiyê bombebaran kiribû ku Doktorên Sînornenas (MFS) piştgirî dida wê navendê. 

Di encama hemû êrîşan de heta niha 8 sivîl can dan û 18 sivîl jî birîndar bûn.

Devamê nûçeyê li bianet kurdîyê ye.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir