Eren Keskîn: Em dixwazin hevalên me yên jin bên berdan

Eren Keskîn: Em dixwazin hevalên me yên jin bên berdan
Eren Keskîn: Em dixwazin hevalên me yên jin bên berdan
Botan Times
  • 17 Mart 2022 10:41

Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, ji bo 24 aktîvîstên jin ên duh (16.03.2022) li Amedê hatin desteserkirin, li Şaxa ÎHDyê ya Amedê daxuyanîya çapemeniyê da. Eren Keskînê diyar kiriye ku ew li dijî binçavkirina jinan in û ev îfade bi kar anîn:

“Duh li Amedê li dijî jinên aktîvîst operasyon pêk hat. Di demên dawî de li Amedê li dijî jinan operasyona sêyemîn bû. Ji bo protestokirina vê operasyona binçavkirinê em li hev civiyan. Rêveberiya AKPyê bi betalkirina Peymana Stenbolê helwesta xwe ya li hemberî jinan nîşan da.

“Rakirina Peymana Stenbolê tê wateya erêkirina tundiya li ser jinê. Di operasyonên ku duh li malên jinan hatin kirin de hem şîdeta derûnî hem jî tundiya fizîkî li jinan hat kirin. Niha tenê ji ber xebatên xwe yên di qada sivîl de di girtîgehê de ne. Em polîtîkaya jinê ya dewletê pir baş dizanin. Dema ku em dibêjin ‘tundiya li ser jinê polîtîk e’, mebesta me ev e. Ziman û pêkanînên rastî yên ku dewlet bi kar tîne şîdeta li ser jinê zêde dike.

“Duh li vir 24 jin hatin binçavkirin, zilamê ku li Stenbolê li pêşberî hevjîna xwe derb kiribû, serbest hat berdan. Dema em dibêjin “tundiya li ser jinê siyasî ye”, em tenê li dijî têkiliya zext û zordariya jin û mêr dernakevin. Em jî li dijî nîjadperestî, mîlîtarîzm, feodalîzm û kapîtalîzmê ne. Ev jinên di bin çavan de ne, jinên di vê hişmendiya intersectional de ne. Ev jinên têdikoşin û ji ber vê yekê yên ku dewletê bi rê ve dibin ditirsîne. Em dixwazin hevalên me bên berdan. Di heman demê de divê her beşê Tirkiyeyê û her rêxistinên jinan ên li vê erdnîgariyê li dijî wê ne, li dijî vê operasyonê derkevin. Ger hûn behsa çareseriyê dikin, bi taybetî jî dema ku hûn behsa çareseriya pirsgirêka Kurd û tundiya li ser jinê dikin, divê hûn bibin partî.

“Em daxwaz dikin ku demildest hevalên me yên jin ên girtî bên berdan û piştevaniya bi wan re bê zêdekirin. Banga me ji AKP’ê û yên ku dewletê dimeşînin ew e ku dev ji polîtîkaya tundiya li ser jinê berdin. Her tundiya ku hûn li ser jinan dikin, tenê ji ber nêrînên wan ên siyasî û xebatên wan ên di qada sivîl de, şîdeta li malê tê xwarin. Vê yekê ji bîr nekin.”