Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Eren Keskîn dipirse: Çima jinên çepgir xwe çênakin?

18/12/2022

Komeleya SES ya Wekhevî û Hevkarîyê ser aktîvîsta mafên mirovan Eren Keskîn belgefîlmek weşand.

Belgefîlm, ku li ser YouTube hat belavkirin, bi hevkarîya Ayşegul Dogan û Nesrîn Olmezê çêbûye. Navê belgefîlma bi Tirkî, ‘’Heqîqet, Înat, Cesaret, Hêvî: Eren Keskîn’’ e.

Şekl û şemalên jinên çepgir rexne dike

Eren Keskîn, di belgefîlmê de ji zaroktîya xwe heta dozên dawî yên li wê vebûne, behsa jîyan û têkoşîna xwe dike.

Keskîn ser makyaja xwe û xweçêkirinê hin detayan dide û şekl û şemalên jinên çepgir dide ber rexneyan.

Ew dîyar dike ku jiber makyajê gelek hevalên wê bi salan ji wê dûr sekinîne.

‘’Min ti caran fehm nekir, çima jinên çepgir xwe çênakin? Li gor min pir saçma ye ev rewş. Mêran li gor xwe tîpeke jinên çepgir çêkiriye û jinan jî lor wê hereket kiriye’’ Keskîn dibêje.

”Zewac wek zindanekê bû”

Ser zewacê, Keskîn dîyar dike ew di eslê xwe de jiber ku dêûbavê wê xwestiye ew zewcîye, lê jiber ku zewac bi wê wek zindanekê hatiye ew piştre veqetîye.

Keskîn dide zanîn ku tevî ku ew ducanî jî bûye wê seba têkoşîna wê ya bo mafên mirovan raneweste zarok çênekiriye û ew ti caran jî poşman nebûye bo vê yekê.

Hêjayî bîrxistinê ye, rojnamevan Bîrcan Degirmencî jî di ronên borî de ser jîyana Eren Kesknê kitabek derxist. Kitab bi etîketa Weşanxaneya Îletîşîmê çap bûye. 

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan