Erdogan: YPGê Dijî DAIŞê Ti Têkoşîn Nekiriye

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Înê da zanîn ku derba herî giran wan li Dewleta Îslamî (DAIŞ) daye. Erdogan li Foruma TRT World da zanîn ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dijî DAIŞ’ê ti têkoşîn nekiriye. Wî dîyar kir ku dewleta ku dijî DAIŞ’ê şer û têkoşîn kiriye bi her awayî welatê wan e. Amerîka, […]

Erdogan: YPGê Dijî DAIŞê Ti Têkoşîn Nekiriye
Erdogan: YPGê Dijî DAIŞê Ti Têkoşîn Nekiriye
Botan Times
  • 9 Aralık 2022 14:05

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Înê da zanîn ku derba herî giran wan li Dewleta Îslamî (DAIŞ) daye.

Erdogan li Foruma TRT World da zanîn ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dijî DAIŞ’ê ti têkoşîn nekiriye.

Wî dîyar kir ku dewleta ku dijî DAIŞ’ê şer û têkoşîn kiriye bi her awayî welatê wan e.

Amerîka, Hêzên Sûrîya Demoratîk (HSD), ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, di têkoşîna DAIŞê de wek hevkarekî girîng dibîne.

HSDê di rojên borî de ser operasyonên Tirkîyê yên dijî bakurê Sûrîyê dabû zanîn ku ew tevger zerarê didin têkoşîna dijî DAIŞê.

Berpirsên Amerîkî li dû bangên HSDê dîyar dikin ku ew bi tundî dijî operasyona Tirkîyê ne.