Erdogan Piştî 8 Salan Careke Din Got ”Îşê Kobanîyê Qedîya”

06/12/2022

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Sêşemê dîyar kir ku dawî li Kobanîyê hatiye.

Erdogan bêyî ku bi nav bike da zanîn ku hin dewlet naxwazin ew mudaxaleyî Kobanîyê bikin.

Wî got ku Tirkîyê bo Kobanîyê tedbîrên xwe girtine, Kobanî qedîyaye û ewê ji vir û pê ve jî tedbîran ragihînin.

Kobanî di sala 2014an de, bi têkoşîna şervanên Kurd yên dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) ketibû rojeva cîhanê.

Serokomarê Tirkîyê Erdogan di Cotmeha 2014an de dema li mîtîngekê diaxifî gotibû ku ‘’Eynulereb, bi navê xwe yê din Kobanî jî ket û dikeve.’’

Çekdarên DAIŞ’ê bi piştgirîya koalîsyona bi pêşengîya Amerîka di serê sala 2015an de ji Kobanîyê hatin derxistin û ew bajar bû sembola têkoşîna dijî rêxistinên tundrê.

Amerîka ew demek e Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, di têkoşîna dijî DAIŞê de wek aktoreke girîng dibîne.

Tirkîye dixwaze operasyonên berfireh bibe ser bakurê Sûrîyê, lê Washington bi tundî dijî operasyonên Enqerê disekine.

Fermandarê HSD’ê Mazlum Abdî di rojên borî de bi nivîseke li ser Washington Postê da zanîn ku tevgerên Tirkîyê bo Kobanîyê gefan çêdikin û banga çareserîyên bi dîyalog û demokrasîyê kir.



Weşana berê

Babacan Dibêje bo Çareserîya Kêşeya Kurdan Helwesteke Sipîsaxlem Lazim E

Weşana paşê

Mehfûra Sor a Sînemaya Kurdî

Te hay ji vê heye?

Li Dêrazorê bi roketan êrişî baregeha DYAyê kirin

Li herêmê di şer û êrîşên

HSD: 11 sivîl hatine kuştin û yek ji wan yek salî ye

Li Dêrezorê, grupên çekdar yên bi

Akademîsyen Amy Austin Holmesê kitêbek li ser Rojavayê Kurdistanê nivîsî

Akademîsyena emerîkî, ya li Zanîngeha Georgetownê

Avahîya Zanîngeha Kobanîyê vebû

Avahîya Zanîngeha Kobanîyê vebû. Avahîya Zanîngeha