Erdogan: Li hemberî felaketên di vê astê de derfet têrê nakin

  • 16/03/2023
Erdogan: Li hemberî felaketên di vê astê de derfet têrê nakin
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

16/03/2023

Serokkomarê Tirkîyeyê Recep Tayyîp Erdogan der barê felaketên erdhej û lehiyê da got: “Li hemberî felaketên bi vî rengî îmkanên ku hene têrê nakin.”

Dema ku me hîna birînên karesata erdhejê derman dikirin, li heman herêmê jî em rastî karesata lehiyê hatin.

Li Rica û Semsûrê di lehiya ku ji ber barana bê hempa barî de gelek welatiyên me jiyana xwe ji dest dan, li şêniyên me xisareke mezin çêbû.

Serokkomar Erdogan

Li Semsûr û Rihayê ji ber barîna barana bi şid li her dû bajaran lehî rabibû.

Li Rihayê 13 li Semsûrê jî 2 kesin jîyana xwe ji dest dabû.

Lêgerîna bo 4 kesên wenda jî hê berdewam dike.

%d