Erdogan: Heyat îsal biha bû, lê me milet bi tenê nehişt

31/12/2022

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di roja dawî ya sala 2022yan de ser muhasebeya salê axifî.

Erdogan bi vîdeoyekê, ku ji hesabê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) hat belavkirin, dîyar kir ku heyat îsal biha bûye, lê wan milet li hember vê bihabûnê bi tenê nehiştiye.

‘’Me negot milet û qedera xwe, me îstihdam çêkir û kir ku milet pereyan qezenc bike’’ Erdogan got.

Wî dîyar kir ku li seranserê cîhanê krîz û kêşeyên mezin hene, lê jiber polîtîkayên wan yên baş Tirkîye li ser xwe maye.

Di dawîya axaftina xwe re Erdogan got ku wan di 20 salan de bingeha demokrasîyê li welêt danîye û ewê di sala nû de jî bo aştî û aramîyê têkoşîna xwe bidomînin.

Foto: Twitter – @akparti, SS


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

بلگه‌ کوتلو: من ژ بۆ چێکرنا په‌یکه‌ران که‌ڤر دزینه‌

Weşana paşê

Bilge Kutlu: I stole stones to make sculptures