Erdogan dibêje li Tirkîyê medya azad e, lê rapor..

Erdogan dibêje li Tirkîyê medya azad e, lê rapor..
Erdogan dibêje li Tirkîyê medya azad e, lê rapor..
Botan Times
  • 4 Ocak 2023 17:54

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê dîyar kir ku medyaya li welêt ji berê azadtir e.

Erdogan got ku çi kesê destê xwe deyne ser wijdanê xwe wê qebûl bike ku medyaya li Tirkîyê îro ji berê serbixwetir û piralîtir e.

Wî dîyar kir ku medyaya Tirkîyê li gor salên 1990î li ba milet pirtir îtibarê dibîne.

Bi ya Erdogan, medya gava pesnê terorê nede, şidetê teşwîq neke û dezenformasyonê neke çi bixwaze dikare binivîse û raporên qaşo nikarin vê rastîyê biguherînin.

Nûnertîya Amedê ya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkîyê (TGS) di rojên borî de dîyar kiribû ku bo 16 rojnamegerên di 8ê Hezîranê ya 2022yan de hatine girtin hîn îdianame jî nehatiye hazir kirin.

Ji wan 16 rojnamegeran yek Edîtora JINNEWSê Safiye Alagaş e ku Rêxistina Rojnamegerên Bêsînor (RSF) di rapora 2022yan de bal kişandibû ser wê.

RSFê dîyar kiribû ku li Tirkîyê hin rojnameger ku jiber ku medya û produksîyênon wan nêzî Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) hatine dîtin hatine girtin. 

Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) di rapora 2022yan de dabû zanîn ku Tirkîye di nav wan 5 welatan de ye ku rojnameger lê nikarin karên xwe bikin.

CPJê ser rewşa rojnamegerên Kurd taybet nivîsîbû û dîyar kiribû ku di nîvê sala 2022yan de 25 rojnamegerên Kurd hatine girtin. 

Foto: Twitter, @akparti, SS