Erdogan: Di desthilatdarîya me da Demirtaş nikare ji girtîgehê derkeve

Erdogan: Di desthilatdarîya me da Demirtaş nikare ji girtîgehê derkeve
Erdogan: Di desthilatdarîya me da Demirtaş nikare ji girtîgehê derkeve
Botan Times
  • 29 Mayıs 2023 10:10

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan duh li qesra serokkomarîyê axaftina xwe ya serkeftinê kir.

Erdogan di axaftina ji bo hevserokê berê yê HDPyê Selehatîn Demîrtaş got,”di bin desthilatdariya wan da Demirtaş nikare ji girtîgehê derkeve .”

“Wan digot ‘heger hûn dixwazin Selo ji girtîgehê derkeve, dengê xwe bidin min. Gelê min ê hêja çi got? Li Tirkiyeyê edalet, maf û hiqûq serdest e, hûn nikarin bi kêfa xwe Selo derxin. Ew bûye sedema mirina 51 birayên min ên Kurd. Bi taybetî di bin desthilatdariya me da tiştekî wiha ne pêkan e.”

Tayyîp Erdogan