Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Erdogan dê meaşê kêmane yê bo sala 2023yan ragihîne

21/12/2022

Medyaya Tirkîyê dîyar dike ku serokomarê welêt Recep Tayyîp Erdogan dê îro Pêncşemê meaşê kêmane ya bo 2023yan ragihîne.

Çaverê ye Erdogan dora saet 12an meaşê mînîmum eşkere bike.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) dibêje meaşê kêmane divê 12,500 lîre be.

Teklîfa Partîya Komarî ya Gel (CHP) jî 9,600 lîre ye.

Turk-Îş dide zanîn ku maleke 4 kes têde bi 7,785 lîrayan li sînorê birçîbûnê dijî.

Sendîkayên karkeran dibêjin ku li Tirkîyê rêjeya xebatkarên bi meaşê kêmane dişixulin %50 derbaz kiriye.

Di halê hazir de li Tirkîyê meaşê kêmane 5500 lîre ye ku teqabulî 295 dolaran dike.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan