Erdhêj û penaberî

20/02/2023

Ji bo Ingilîzî Bitikîne

Erdhêj li 10 parêzgehan bû sedema wêraneke mezin.

Piraniyan niştecîhên wan parêzgehan jî xelqên Suriyeyî bûn.

Tê gotin ku di erdhêjê de ji wan 5 kesên jîyana xwe ji dest dane teqez 1 Suriyeyî ye.

Li Antakya, Mereş, Riha, Dîlok, Nurdaxî, Îslahiye, Kirikhan û Samandagê bi hezaran Suriyeyiyan jiyana xwe ji dest dan û hê jî di bin xirabeyan de ne.

Di rojên erdhêjê de li ser malperên civakî û ji aliyê sîyasetmedaran ve gelek gotînên dijêtî hatin kirin.

Ji ber wê rewşa heyî hin kesên di bin xirbeyan de mabûn, ji ber Tîrkî nezanîbûn bî Erebî neaxîvîn.

Wan kesan dîyar kirin ku “Me got eger em bi Erebî biaxivîn dibe ku me rizgar nekin. Me tenê deng derxist.”

Van gotinan jî encama dijêtiya li hember kesên ji Surîyeyê radixe ber çavan.

Wekî talankar hatin pênase kirin

Konên ji bo Suriyeyan hate dayîn jî di malperên civakî de bû rojev. 

Bikarînerîn medyaya cîvakî wekî, “Konan didin Suriyeyîyan” wan kesan teşhîrkirin. 

Her wiha li herêmên erdhêjê wekî talankar hatin pênase kirin û li dijî wan kampanya hate dest pêkirin.

Nekarîn goran bibînin!

Taha El Gazî ku li ser binpêkirina mafên Suriyeyîyan kar dike ji rojnameya Kararê re dibêje, “Heta niha 6 hezar 100 penaberên Surî ji ber erdhêjê canê xwe ji dest daye.”

Li gor agahiyên parve dike wan kesên di erdhêjê can daye ji bo binaxkirinê gor nedîtîye.

Beriya 12 salan ku şerê naxweyî ya Surîyê dest pêkir li gor reqamên fermî nêzîkî 4 mîlyon Suryeyî li Tirkiyeyê bi cîh bûn.

Bi sedan kes vedigerin Suriyeyê

Bi sedan Sûriyeyiyên ku li Tirkiyeyê dijîn piştî erdhêjê hefteya borî çûn Suriyeyê.

Li gorî nûçeya BBCyê, hikûmeta Tirkiyê heta 6 mehan rê da Suriyeyiyên bixwazin ji Tirkiyeyê derkevin.

Ev guhertin bû sedem ku bi sedan kes li ber deriyên sînor bi saetan li dorê bisekinin.

Hin kesên ku ji erdhêja hefteya borî rizgar bûne diçin deriyên sînor. belkî ji bo ku bi endamên malbata xwe re li Sûriyê, yên ku bi salan wan nedîtine, bigihin hev.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gulistan Korban

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Weşana berê

Serokê Amerîkayê Biden serdana Ukraynayê kir

Weşana paşê

ZINDÎ- Roja 16emîn ya erdhêjê

Te hay ji vê heye?

HSDê 120 xalên leşkerî danîne

Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) li Dêrezorê,

Li Serê Kanîyê 2 kes bi guleyên cendirmeyên Tirkîyeyê birîndar bûne

Li bajarê Serê Kanîyê yê Rêveberîya

Ev penaberên ku muxalefet dixwaze wan bişîne kî ne?

Yek ji mijarên herî sereke yên

Hikûmeta Îtalyayê li welêt rewşa awarte ragihandiye

Di dawîya hefteya derbasbûyî da li