Erdem Oralê albûma xwe ya bi navê ‘İz’ (Şop) derxist.
Oralê piştî raborîyeka 20 salan ya di nav cîhana mûzîkê da yekem albûma xwe ya solo belav kir ku tê da 4 stran bi kurdî (kurmancî: 2, zazakî: 1, soranî: 1) û 6 stran jî bi tirkî cih digirin.
Derhênerî û produktorîya mûzîkê ji alîyê Ozan Yontan ve hatîye kirin.
Erdem Oral kî ye
Erdem Oral sala 1985an li Vartoya Mûşê tê dinyayê. Oralê beşa sosyolojîyê diqedîne û perwerdeya xwe ya mûzîkê li Zanîngeha Îstanbul Teknîkê di beşa Teorîya Mûzîkê da temam dike. Di emrekî ciwan da dest bi mûzîkê dike û di çendîn komên mûzîkan da wekî solîst û vokalîst cih digire. Ew mamosteya mûzîkê ye û di çendîn sazîyan da jî xebitîye. Ew sala 2018yan xebata xwe ya bi navê “Elâ Gözlerini Sevdiğim Dilber” diweşîne. Di albûmên wekî Anadolu’da Bozlaklar ve Çeşitlemeler û Hayali Gönlümde Kalan da wekî solîst cih girtîye. Ew sala 2023yan ligel Muhlis Berberoğlu ve Sinan Cem Eroğlu xebata EPê ya bi navê Cevherler Ummana Düştü Bulunmaz diweşîne.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.