Duh di dema bernameyê de jî ev mijar hebûn. Geh behsa bikaranîna medyaya civakî û bandorên wê, geh qedexeyên li ser ziman û çand û hunera kurdî yên li Tirkiyeyê, siyasetmedarên girtî, tundiya li ser jin û zarokan, bihayiya li Tirkiyeyê û gelek tiştên din. Tiştên di nava civaka kurdan de diqewimin, yên di nava rojê de, têkiliyên jin û mêran, rola jinan û mêran a di civakê de û gelek tiştên din di stand upa wî de hene.
***
Li Berlînê, paytexta Almanyayê saloneke şanoyê bi dengê kurdî tijî bûye. Derdora 350 mirov li hev kom bûne. Çend dengên almanî û tirkî jî tên, lê bêhtirên wan bi kurdî diaxivin. Kesên li vir kom bûne, li bendê ne ku bernameya şanoger û hunermendê Stand-Upê Erdal Kayayî dest pê bike.
Erdal Kaya di van du sê salên dawiyê de bi lîstika xwe ya Stand-Upê ya bi navê “Vik û Vala” li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê bername li dar xistin. Salonên ku Kaya bernameyan lê li dar dixe, hema hema hemû caran tijî dibin. Bi sedan mirov li van bernameyan temaşe dikin û bi henekên Erdal Kayayî dikenin û bi rengekî çalak beşdar dibin.
Kaya bi lîstikên şanoyê, bi hin rêzefîlm û di van demên dawiyê de jî bi skêçên li ser medyaya civakî, ji xwe têra xwe navdar e. Ev popularîteya wî dihêle ku di dema bernameyên wî de salon tijî bibin.
9ê Çiriya Pêşiyê ango Cotmehê li Almanyayê, li salona Atze Musiktheaterê ya Berlînê jî hema hema salon tijî bûbû. Li derdora 350 kes hatibûn ji bo ku li Kayayî temaşe bikin.
Stand-Up yek ji cûreyên herî zehmet ên hunerê ye. Kesê/a ku wî karî dike, li hêlekê divê bala temaşevanên xwe li ser xwe bihêle û li hêlekê jî li dijî “devavêtinên” temaşevanan divê her tim guhê wî/wê vekirî be û baldar be. Ji ber ku ev cûre pêşkêşkarî, înteraktîf e. Yanî kesê/a ku wê bernameyê pêşkêş dike, hewl dide temaşevanan jî bixe nava wê pêvajoyê.
Kaya duh du saetan li ser dikê ma û di van du saetan de bi rengekî çalak, ji xwe bawer û înteraktîv bernameya xwe bi rê ve bir. Ew di vê lîstikê de ango di Stand-Upa xwe de, ji jiyana rojane bigirin heta mijarên rojane yên siyasî, heta rolên mirovan ên di nava civakê de behsa gelek mijaran dike û van mijaran li gorî formata Stand-Upê pêşkêş dike.
Duh di dema bernameyê de jî ev mijar hebûn. Geh behsa bikaranîna medyaya civakî û bandorên wê, geh qedexeyên li ser ziman û çand û hunera kurdî yên li Tirkiyeyê, siyasetmedarên girtî, tundiya li ser jin û zarokan, bihayiya li Tirkiyeyê û gelek tiştên din. Tiştên di nava civaka kurdan de diqewimin, yên di nava rojê de, têkiliyên jin û mêran, rola jinan û mêran a di civakê de û gelek tiştên din di stand upa wî de hene.
Çi dema wî di dema bernameyê de behsa girîngiya zimanê kurdî dikir, kesên li salonê bi coş û peron jê re li çepikan didan û piştgiriya wî dikirin.
Ew di dema bernameya Stand-Upê de, weke şanogerekî jî tevdigere û hêza şanoyê bi rengekî baş û çalak bi kar tîne û mîna çîrokbêjekî tevdigere û pêkenokan ji temaşevanan re dibêje.
Herçend di hunera kurdî de kesên mîna Kayayî bernameyên Stand-Upê bi kurdî çêdikin gelek gelek kêm bin û ji ber wê mirov nikare berawirdiyekê çêbike jî, lê Kaya di vê beşa hunerê de bi têra xwe hespê xwe dibezîne! Ji ber wê ye jî digel bername 2 saetan dewam dike, temaşevan jê aciz nabin û heta dawiyê bi henekên wî dikenin.
Ji bo bernameya Erdal Kayayî ya li Almanyayê bitikîne.