Erdal Kaya dê li Stenbol û Îzmîrê derkeve ser dikê

  • 23/05/2023
Erdal Kaya dê li Stenbol û Îzmîrê derkeve ser dikê Wêne: Beril Caymaz/Arşîv
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

23/05/2023

Lîstîkvan Erdal Kaya dê bi Stand Up a bi navê ‘vik û vala’ ra derkeve ser dikê.

Lîstîkvanê ku demek dirêj e bi komên şanoyê ra derdiket ser dikê vê carê dê bi tena serê xwe, bi hezkirîyên xwe ra bê gel hev.

Stand-up a bi Kurdî dê di 6-7ê Hezîranê da li Moda Sahneya Stenbolê û di 8-9ê Hezîranê da jî Navenda Çand û Hunerî ya Nazim Hîkmetî ya Îzmîrê li dar bikeve.

Nûçegihana Botan Timesê Beril Caymazê demek berê ji bo Stand-Up a Erdal Kayayî çavdêrîya xwe nivîsîbû.

Ji bo nûçeyê bitikîne: https://botantimes.com/erdal-kaya-u-stand-up-a-bi-kurdi/

%d