Enwer Karahan: Kesên ku fêrî xwendina kurdî dibin dest bi nivîskarîyê dikin

06/01/2025

Metin Aydın

Nivîskarê ”Siwarê Şînbozê: Êlas Efendî” Enwer Karahan nivîskarekê pirhêl e, ew bi helbest, çîrok û romanên xwe bala xwendevanê kurdî dikişîne. Min çend pirsên rojane jê pirsîn û wî jî bersivên min dan. Kerem bikin û binerin bê çi dibêje û çi difikire.

Tu bi hemû berhemên xwe beşdarî fûra kitêban (tuyap) a li Dîyarbekirê bûy û bi xwendevanên xwe re rûbirû bûy, ev hîseke çawa bû?

Ez dikarim hisên xwe bi vî awayî bînim zimên: Bifikire ku merivek donzdeh zarokên wî hebin û her yek li deverekê, li bajarekî, li welatekî be û tenê mexsedek wî hebe ku rojekê hemû zarokên wî lê vehewin û wan li cem hev du û li ba xwe bibîne. Û piştî bi salên dûr û dirêj yek rabe, wan zarokan li hevdu vehewîne û tu jî bi wê hisreta salan bîhna xwe bi wan derxe, destê xwe li serê wan deyne, bîhna wan bikişîne pişika xwe, bi wan re di heman malê de, li heman odeyê, di nav nivînekî de rakevî… Yanî, yê min jî tiştekî weha bû.

Me li fûarê dît ku te weşanxaneya xwe guherîye û hemû kitêbên te ji nuh de hatine weşandin, sebeba vê guherînê çi ye?

Sebeba vê guhertinê piçekî jî di bersiva pirsa berî vê pirsê de ye. Ez li hêvîyê bûm ku weşanxaneya min a berî weşanxeya SARê vê ciwanmêrîyê bike. Gelek kitêbên min êdî li pîyaseyê tunebûn. Di ser kitêba min a pêşîyê re 25 sal derbas bûne. Hin xwendevanan meraq dikir ku kitêbên min ên berê bixwînin lê nekarîbûn wê kitêbê bi dest bixin.

Li ser malpera Botan Timesê derbarê kitêbên herî zêde hatine firotin de, nûçeyek belav bû û kitêba te ya bi navê “Siwarê Şînbozê: Êlas Efendî” jî di wê lîsteyê de cîh digre, tu vê eleqeya xwendevanan çawa dibnî?

Helbet ev yek kêfa meriv tîne ku eleqeyek weha bê nîşan dan. Êlas efendî li Swêdê hatibû çapkirin û hejmareke pir piçûk gîhaştibû xwînerên li welêt. Gava çapa wê ya duduyan hate kirin bala xwendevan kişand. Ev romaneke dîroka kurdan ya dema nêzîk e ku serkqahremanê wê entelektuelekî dema xwe ye. Perçeyek ji hereketa Şêx Seîd a heremî ye, sirgûn e, Binxet e, Xoybûn e û rewşenbîrîya wê demê ye. Belkî jî zêde propagandaya wê hat kirin loma bala însanan kişand, lê xwezî îstatîstîkek jî li ber destî hebûya û meriv zanîbûya çi qas jê hatine frotin.

Tu wek nivîskarekî têkilîyên weşanxaneyan û nivîskaran çawa dibînî?

Ez têkilîyeke berbat dibînim. Bawer nakim tu nivîskar ji weşangerên xwe razî bin.

Tu têklîyên xwe û xwendevanên xwe çawa dibînî? Kî ne xwendevanên te, tu ji bo kîjan beşa civatê dinivîsî?

Têkilîya min û xwendevanên min pir baş e, ji ber ku piranîya wan nas, dost, meriv û hevalên min in û beşekî mezin jî ji wan nivîskar in. Ji ber ku nivîskarên kurdî ji xwendevanên kurdî bêtir in. Bi gotineke din, xwendevanên kurdî gelekî kêm in, kesên ku fêrî xwendina kurdî dibin dest bi nivîskarîyê dikin. Ev jî bûye sedem ku nivîskar ji xwendevanan bêtir bin.

Tu ji destpêka fûarê heta dawîyê li wir bûyî, te ev fûar çawa dît? Bi hemû kêmayî û zêdayîyên xwe çawa bû?

Herî dawîyê ez di sala 2019an beşdatî fûarê bûbûm. Min ferqeke pir mezin di navbera wê rojê û roja îroyîn de nedît. Hêleke vê çalakîyê ya baş ew e ku meriv li gelek nas, dost û nivîskaran rast tê. Ev tiştekî gelekî baş e, lê yê min gava roja min a îmzeyê hebe û ez çav li nasek/ê bikevim, ez li hêla wan nanêrim. Naxwazim ew di ber fedîyê kevin da bên cem min û kitêbên bikirin. Bi piranî jî weha dibe, em nivîskar kitêbên hevdu dikirin. Gava tu dihere serdana standekê, çend nivîskar li wir hebin (ji eyba dinyayê be jî) tu xwe mecbûr his dikî ku kitêbên wan bikirî. De îcar li hin standan bi dehan nivîskar rûdinin. Fîyeta kitêban jî zêde ye. Bi bawerîya min divê di fûaran de fîyeta kitêban hebekî kêmtir be ji demên asayî.
Di tûrikê Enwer Karahan çi projeyên edebî hene?

Romanek li ber qedandinê ye. Dosyayeke çîrokan jî heye…

Enwer Karahan kî ye?

Enwer Karahan ji Dêrika Çiyayê Mazîyê ye, ev sîh sal in ji bilî kurdî bi tu zimanên din nanivîse. Ew ji ber sedemên sîyasî di sala 1997an de li Swêdê bi cîh bû û di sala 2014an de careke din vegerîya welêt. Heta vê gavê 12 kitêbên wî hatina weşandin.

Berhemên wî:

Şevbihêrkên şevên xalî, kurteçîrok

Duaya êvarê, kurteçîrok

Xanima kozê, kurteçîrok

Çû, ceribandin

Du dilop, kurteçîrok

Şapînoz, roman

Mêlav, vegotin

Siwarê şînbozê Êlas Efendî, roman

Lorînên şevê, helbest

– Şapat, çîrok

-Silûk, roman

– Ji kenê te mistekê dixwazin, helbest


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Alî Bagdû: Min xwest bi belgefîlmê dengê dengbêjan bigihînim siberojê

Teknolojiya dijîtal a roja me, bandoreke gelekî mezin li tevahiya jiyanê dike.

Mewlûd Oguz: Kurdî, zimanê min ê jiyanê, xebatê û hunerê ye

Hevpeyvîn: Rêzan Diljen Dîwana helbestkar û rojnameger Mewlûd Oguz a bi navê

Notên Hefteyê: Mejîreşî

I. Tenêtî / tenê tu! Mirov, yê bi tenê ye! Goşt, hestî