Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dê dersên kurdî bide

04/10/2023

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dê atolyeyên dersa kurdî bide.

Serlêdanên atolyeya serdema payîzê ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dest pê dikin.

Di atolyeya payîzê da, dê dersên kurdî (kurmancî, soranî, kirmnackî/zazakî) bêne dayîn.

Dersên kurmancî dê ji asta destpêkê heta asta çarem bêne dayîn. Sê astên ewil rûbirû û online, asta çarem jî dê bi tenê rûbirû bêne dayîn.

Dê bi tenê asta destpêkê ya soranî bê dayîn ku ew jî online e. Herwiha asta destpêkê û asta 2yan ya kirmanckî jî dê rûbirû û online bê dayîn.

Serlêder dikarin li ser înternetê formê dagirin an jî dikarin biçin Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.

Te ev dîtıne?

Weşana Zindî – Ferît Sevîm û Bluesa Kurdî

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat

Weşana Zindî – Rêyeka ber bi Stranbêjiyê ve, Stran

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat

Li Tirkiyeyê di sala 2024ê de 109 caran mafê bikaranîna zimanê kurdî hatiye binpêkirin – Kurdish Monitoring

Kurdish Monitoringê ragihandiye ku di sala 2024ê de li Tirkiyeyê 109 caran