Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dê atolyeyên dersa kurdî bide.
Serlêdanên atolyeya serdema biharê ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dest pê dikin.
Di atolyeya biharê da, dê dersên kurdî (kurmancî, soranî, kirmnackî/zazakî) bêne dayîn.
Dersên kurmancî dê ji asta destpêkê heta asta çarem bêne dayîn. Sê astên ewil rûbirû û online, asta çarem jî dê bi tenê rûbirû bê dayîn.
Dê bi tenê asta destpêkê ya soranî bê dayîn ku ew jî online e. Herwiha asta destpêkê û asta 2yan ya kirmanckî jî dê rûbirû û online bê dayîn.
Ders 2yê adarê dest pê dikin û heta 12 hefteyan (3 meh) dewam dikin.
Forma serlêdanê.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.