Enstîtuya Kurdî ya Parîsê 40 salîya xwe pîroz kiriye

Enstîtuya Kurdî ya Parîsê 40 salîya xwe temam kiriye.

Li gor nûçeya Rûdawê li Parîs a paytexta Fransayê 40 salî ya damezrandina Enstîtuya Kurdî ya Parîsê hatiye pîrozkirin.

Enstîtuya Kurdî ya Parîsê di Sibata 1983an de hatibû avakirin, saziyeke çandî ya serbixwe ye ku rewşenbîr û hunermendên Kurd di bin banê xwe da kom dike.

Armanca wê ew e ku gelê kurd di warên ziman, dîrok û samana wî ya çandî de agahdar bike.

12 endamên komîteya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê hene. 4 ji wan Frans in û endamên Wezareta Navxwe, Rewşenbîr û Senator in ku çend beşên wek ziman, çand, mafên mirovan û civakî li xwe digire.


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Nivîskar/rojnameger
Botan Times
Botan Times