Bi hezaran kitêbên bi vî rengî hene ku li benda lêkoler û xwînerên zîrek in ku wan peyda bikin. Ew metn yan di bin axê de yan li quncikên kitêbxaneyan yan jî di nav rûpelên kitêban da bêxwedî mane. Gava ku serpêhatiyên xwe yên sedan salan ji me re bibêjin dikarin qefesa dîroka sahibrewacan bişikînin.
***
Helbestvan Hejar di otobiyografiya xwe de nivîsiye ku wî û bavê xwe çend kitêbên kurdî xistine qutiyeke hesinî û li baxçeyê gundê xwe, ku dûrî navenda bajêr bû, veşartine. Tenê bi şev ev kitêb ji binê axê derdixistin û dixwendin. Piştre careke din ew binax dikirin. Helbestvanekî din, Xale Mîn [*], helbestên xwe tenê ji hevalên xwe yên herî nêzîk re dixwendin û neçarane helbestên xwe ezber dikirin da ku ew helbest bi awayekî nivîskî neyên dîtin. Dema yek ji helbestên Xale Mîn ji aliyê hevalekî wî ve di civîneke taybet de li medreseya gund hatiye xwendin, gelek bandorê li Hejarê ciwan dike. Ew sê rojan dimeşe û diçe Mehabadê da ku helbestên din ên Xale Mîn jê bixwaze. Lê Xale Mîn nivîsîna helbestan înkar kiriye [1].
Ev bîranînên dilsoj min di kitêba bêhempa ya Amir Hassanpour a bi navê Ziman û Neteweperwerî li Kurdistanê de xwendibûn, çiyayê Olîmposê û cezayê Prometheus anîbû bîra min. Bavê Hejar, Mele Muhammedpûr alimekî mezin bû û bi şev tevî layê xwe yê ciwan kitêbên kurdî dixwendin ku li hemberî xwedayên serdemê cûreteke Promethewarî bû. Çawa ku qijikan her roj bi zindî cîgera Prometheus dixwarin û birînên wî ji nû ve sax dibûn, ji bo îşkenceya roja din, bav û kur mînanî bi hezaran kurdan wekî îşkenceyekê kitêbên ku bi roj binax dikirin, her şev ji binê axê derdixistin.
Çend sal piştî xwendina kitêba Hassanpour, ez salekê li zanîngeha Harvardê xebitîm. Rojekê mamosteyekî ji beşa dîrokê gazî min kir ku bi xwendekar û akademîsyenên beşa klasîk a yewnanî re metneke erebî dixwendin. Dixwestin ez beşdarî wan bibim. Kitêba ku dixwend dîroka tib û tebabetê, Uyûnü’l-enbâʾ fî ṭabaḳāti’l-eṭibbâ ya Îbn Ebû Useybiya bû. Kitêbê ferhengekê ye derbarê dîroka tib û hekîmên şaristaniyên cûda de malûmat didan. Min merama xwendina wan jê pirsî, wî jî wisa îzah kir:
“Hema bibêje hemû metnên klasîk ên yewnanê hatin peydakirin û wergerandin û gelek xebat li ser wan hatine kirin. Kitêba Îbn Ebû Useybiya jî çend sal berê bi tesadûfî li kitêbxaneyekê hat peydakirin. Tenê nusxeyeke resen heye û ew jî li Harvardê ye. Çend beşên kitêbê li ser hekîmên yewnana klasîk in. Mamosteyên beşa klasîk ketin gumanê ku belkî navên çend xebatên yewnanî tê de hebin ku haya wan ji wan tune be. Lê ne tenê ji bo wê kitêbê di temamê çavkaniyên erebî de li pey kitêbên yewnana klasîk ketine. Ji bo xatirê rûpeleke yewnanî çend salên xwe didin ji bo hînbûna erebiyê.”
Piştre wisa berdewam kir: “Serpêhatiya kitêba Îbn Ebû Useybiya û qonaxên ku ew tê re derbas bûye û gihiştiye ber destê me jî pir ecêb in. Bi tena serê xwe hêjayê lêkolînekê ye.”
Lêkoleran ji bo serpêhatî û zindîmayîna metnan têgeheke wekî textual survival bi kar anîne. Wateya têgehê ew e ka çawa ku serpêhatiyên însanan hene yên metnan jî hene. Di temamê dîrokê de xezeba însanan bi ser kitêban de bariyaye. Gelek kitêb wekî nivîskarên wan hatine tunekirin. Lê hin ji wan kitêban piştî rêwitiyeke dûr û dirêj xwe gihandin ber destên me. Zehmetiyên ku kêşan, qonaxên ku tê re derbas bûn, dewr û dewranên ku şahidî li wan kirin û malên ku lê bûbûn mêvan beşek ji dîroka çandî ye û divê were nivîsîn.
Ez şevekê tevlî xwendina wan a erebî bûm. Dema min dît ku ew mamoste û xwendakarên beşa klasîk bi awayekî aramî û bi îmkanên mezin di nav rûpelan de kitêbên xwe yên wenda digerin, bîranînên Hejar careke din wekî birûskekê li hişê min ket û piştre barana bîranînên din dest pê kir.
Hejar û bavê wî bi tenê çendîn kitêb ji tofanên sedan salan rizgar kiribûn. Lê ji ber zilm û zordariyê sitara wan kitêban li rûyê erdê nemabû. Di bin axê de hatin veşartin û bi hesreta ronahiya rojê man. Bi tenê bi şev dikarîn rûyê erdê bibînin û din bin ronahiya tarî de bibin mêvanên çavan ku hînî tarîtiyê bûne.
Dijminên bedewiyê ne tenê ilm û edeb û huner binpê kirin, lê belê wan hewl da ku konên tirsê li quntarên çiyayên dil û mêjiyên me vedin û paşê jî hêvî û wêrekiya me wekî bac ji me standin. Roj hat ji ber tirs û bêhêviyê me bi destên xwe kitêbên xwe şewitandin û yên bav û kalan avêtin çol û çeman. Hin rêwiyên wêrek ku bê bac û xerac ji kevî û kendalên tirsê derbas bûne, li ber derî û dergahên dost û hevalan ku ji ber tirsê girtine, stûxwar û destvala mane.
Ernst Bloch, di nivîsara xwe ya “Gelo Divê Qedereke Kitêban Hebe?” de qedera kitêban bi feraseta xwendevanan ve girêdide û dibêje qedera kitêb û nivîskaran li gor rastiya feraseta xwendevanan diguhere [2]. Belkî em nikarin çerxa dîrokê di derbekê de biguherînin, lê em dikarin li pey kitêbên xwe yên ku ji me hatine dizîn bikevin, guh bidin serpêhatiyên wan û çepera dîroka xwe berfirehtir bikin.
Umberto Eco di romana Navê Rosê de pir xweş nîşan dide ka kitêb çawa li ser nîqaşên felsefî û dînî tesîrê dikin û tam ji ber vê yekê çima mustensîxên wan kitêbên qedexe yan tunehesabkirî bi awayekî hovane hatine kuştin. Kitêbxaneya manastirê di romanê de ciheke navendî digire ku mifteya hemî nîqaşan tê de veşartiye. Belkî tam ji ber wê yekê ji her derê zêdetir kitêbxaneyên kurdan bûne hedefên dijminan.
Gava min ev nivîs amade dikir derbarê jiyan û xebatên İbn Ebû Useybiya de bi mamoste Bedreddin Basuğuy şêwirîm. Keniya û got wî bi xwe heman kitêb ji xwe re kiriye rêber û li pey dîroka tebîbên kurd ketiye û derbarê wan de nivîsek nivîsiye [3]:
“Di kitêbê de ez rastî gelek navan hatim lê hekîmekî bi navê Sedîdûddîn b. Rakîka hebû ku pir bala min kêşa. Cara ewil min navê wî bihîstîbû. Yek ji hekîmên herî navdar ê serdema xwe bû. Ji Hênîya Amedê bû û gava meriv li neseba wî dinêre, mirov fêhm dike ku ew kurd e. Gelek kitêb nivîsîne, lê yek ji wan niha tune ye. Lê hebûna wî di wê serdemê de derbarê asta zanistê di nav kurdan de nîşaneyeke giring e.”
Bi hezaran kitêbên bi vî rengî hene ku li benda lêkoler û xwînerên zîrek in ku wan peyda bikin. Ew metn yan di bin axê de yan li quncikên kitêbxaneyan yan jî di nav rûpelên kitêban da bêxwedî mane. Gava ku serpêhatiyên xwe yên sedan salan ji me re bibêjin dikarin qefesa dîroka sahibrewacan bişikînin û hêz bidin teyrên ramanên me ku êdî bê xof û tirs bilind bifirin.
Jêrenot û Çavkanî:
[*] Navê wî “Muhammed Emîn” e lê wekî “Xale Mîn” tê nasîn. Dîwaneke wî heye. Li derveyî Mehabadê zêde navdar nebûye. Ji bo vê agahiyê sipasdarê mamoste Farangis Ghaderî me.
[1] Amir Hassanpour,Kürdistan’da Dil ve Milliyetçilik: 1918-1985, Avesta, 2005, r. 221
[2] Ernst Bloch, “Kitapların Yazgısı Olmalı mıdır?”, Onur Bilge Kula, Brecht, Lukacs, Bloch: Sanat ve Edebiyat, 2014, r. 629-634.
[3] Bedrettin Basuğuy, “İbn Ebû Useybiya’nın Uyûnü’l-Enba’ Fî Tabakâti’l-Etibbâ Adlı Eserine Göre Amid ve Meyyâfârikîn’de Çalışan Tabipler”, İlk Çağlardan Osmanlıya Diyarbakır, 2018, r. 345-365.