Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz hat desteserkirin

26/09/2024

Di çarçoveya lêpirsîna ku li Amedê hatiye despêkirin de, Endama Desteya Weşanê a Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz hat desteserkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarî ya Amedê di sala 2022an de daye despêkirin de di 24ê Îlonê de li Amedê polîsan bi ser avahiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ku xebatên zimanê kurdî bi rê ve dibe û avahiya Payîza Pirtûkê û her wiha Koperatîfa Ziman û Hunerê ya Ankayê ve gelek malan de girtin.

Di serdegirtinan de dest danîn ser pirtûk, kovar, rojname û malzemeyên dijital ku bi piranî bi kurdî bûn. Biryara nepenîtiyê li ser lêpirsînê ye û 29 kes hatin desteserkirin.

Xwediyê Payîz Pirtûkê serbest bû

Di çarçoveya lêpirsînê de duh (25ê Îlonê) danê êvarê 2 kesên din jî hatin desteserkirin. Yek ji kesên hatin desteserkirin Endama Desteya Weşanê a Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz e.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, kesên hatin desteserkirin li Rêvebiriya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Amedê tên ragirtin.

Xwediyê Pirtûkxaneya Payîz Pirtûkê Cîhat Guney piştî îfadeya duh a li dozgeriyê serbest bû.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

bianet

Nivîs û nûçeyên di vê profîlê de, di çerçoveya partnerîya bianet û Botan Timesê de hatine weşandin.

Weşana berê

Festîvala ‘Amed Surfest’ê 29ê Îlonê dest pê dike

Weşana paşê

PENa Navneteweyî êrîşên li ser sazî û kitêbfiroşên kurdî şermezar kir

Te hay ji vê heye?