Emrê konbajarê bi 125 mîlyonan hatibû avakirin 23 rojan berdewam kir

Emrê konbajarê bi 125 mîlyonan hatibû avakirin 23 rojan berdewam kir
Emrê konbajarê bi 125 mîlyonan hatibû avakirin 23 rojan berdewam kir
Botan Times
  • 26 Mart 2023 08:05

Li Amedê konbajarê ku ji bo mexdurên erdhêjê bi 125 mîlyonan li rex Çemê Dîcleyî hatibû avakirin, hat tasfîye kirin.

Li gor nûçeya Sozcuyê, konbajarê pîştî lehîya li Rihayê û barana şid ya li bajarê bariya di 15ê Adarê da ji nişkave hate valakirin.

Mexdûrên di konan da hatibûn bi cîhkirin jî ji bo cîheke din hatibûn veguhestin.

Parêzgeriya Amedê dîyarkiribû ku ew ê mexdûran dîsa li konbajarê bicîh bikin lê wîsa nebû. Konbajar hate tasfîyekirin.

Avakirina konbajarê ya li rex Çemê Dîcleyê li Amedê bibû sedema nerazîbûnan.

Ji aliyê saziyên sivîl yên Amedê ve gelek hatibû rexnekirin û hişyarî hatibûn kirin.

Beriya niha me jî di nûçeyên xwe da cîh dabû dengê mexdûran û hişyarên pisporan.

Lê li gel hişyarîyan, ji aliyê AFADê ve li rex çem konbajar hate avakirin û 125 mîlyon çavkaniyên gel hatin îsrafkirin.

Hevseroka Odeya Plansazên Bajêr a Şaxa Amedê Çekdar Taşkiran beriya niha ji Botan Tîmesê re gotibû,

Cihê konbajarê lê hatiye avakirin tahlûkeye.

Li herêmê hem metirsiya lehiyê heye û him jî li wir axeke binav û nerm heye.

Her wiha di mehên zivistanê de hema hema yek ji deverên herî sar ên bajêr e.

Di mehên havînê de jî kêlmêş gelek in.

Ji aliyê din li herêmê rasterast destwerdanek li ekosîstemê tê kirin. 

Kesên biçin li wir bi cîh bibin ji jiyana bajar jî dur dikevin. Ev tişteke ne rast e.