Emnîyeta Diyarbekir: Polîsan îsal ser 8,300 hesabên sosyal medyayê lêkolîn kirin

31/12/2022

Midurîyeta Emnîyetê ya Diyarbekir datayên ser sala 2022yan weşandin.

Li gor ragihandina Midurîyeta Emnîyetê ya Diyarbekir polîsan di têkoşîna dijî sûcên sîber de li bajêr 17 operasyon li dar xistine. 

Ew midurîyet dide zanîn ku polîsan ser 8,300 hesabên sosyal medyayê lêkolîn kirine.

Di sûcên narkotîk de 7025 kes hatine desteserkirin û ji wan 980 kes hatine girtin.

Hin partîyên Kurdan di rojên borî de bo Diyarbekir ser karanîna hişbiran hişyarî dabûn û banga avakirina platformeke dijî hişbiran kiribûn.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Ser taximê nû yê Ronaldo, Al Nassr çend malumat

Weşana paşê

Tarîxname: Haîtîyê serxwebûna xwe ragihand