“Em ne li pey têrxwarinê ne, tamê bide şîvê bes e”

  • 09/01/2023
“Em ne li pey têrxwarinê ne, tamê bide şîvê bes e”
Beril Caymaz Fotoğrafı

Beril Caymaz

09/01/2023

Ji serê salê û vir ve ji bo goştê sor di nava hefteyekê de 3 caran zam hat kirin û goştê herî erzan jî ji 200 lîreyî derbas bû.

Xwarina herî navdar a Amedê kezeb jî ket ber çerxa van zaman. Xwedîye Cigercî Îboyê, got ku “Kezeb niha bûye xwarineke lûks.”

Wî diyar kir ku porsîyona kezebê ji 80 lîreyê bûye 100 lîre. Mişteriyên ku hefteyê carekê tên niha mehê carekê tên û dixwin.

Jimara mişterîyan kêm bûye

Qesebê ku 15 sal in vî karî dike ku naxwazê navê wî eşkere bibe da zanin ku ji ber buhabûna goştî, 5-6 meh in jimara mişterîyan kêm bûye.

“Mişterîyên me yên dewlemend her meh 20 kîlo dikirîn lê niha 2-3 kîlo ancax dikirin.

Berê feqîr dihatin kîloyek qiyme dikirîn lê niha bûhayê 10-20 lîreyan dikirin. Kesên ku nikarin goştî bikirin jî bezê dûvikan dikirin. Dibejin em ne li pey têrxwarinê ne hema tehma xwe bide şîvê, bes e. “

Wî got:

“Goşt herî pir tê ixracatkirin. Dişînine derve ji ber vê li Tirkîyê her ku diçe bûha dibe, êdî kes nikarin çend kilo goşt bike di dolabê xwe de.

%d