“Em ne dikarin bi saxmayîna xwe şa bibin û ne jî…”


Navenda Nûçeyan
Li herêma erdhêjê barê giran dîsa li ser milê jinan ê. Hewl didin ku hem birînên xwe û hem jî yên zarokên xwe derman bikin.
Gelek sazî û kesayet jî ji bo alîkarîya jin û zarokan çûne heremê. Yek ji wan kesan Roza Yazmaci ye ku ji Botan Timesê ra behsa rewşa jinên li wir kir.
Pispora Anestezîyê Roza Yazmaci wek dildar çûye û bi ekîbên tenduristîyê ra li Semsûrê mehekî zêde maye.

Ji ber erdhêjê herî zêde jin mexdûr bûne. Ji bo jinan, di konên bêhîjyenîk da xwedîkirina xwe û zarokan xwe pir zehmet e. 7-9 kes di konekî da dijîyan, lewma jî hemû bar ji jinan ra dimanîya. Jinan digotin ku ‘Em ne dikarin bi saxmayîna xwe şa bibin û ne jî ji bo mirîyên xwe xemgîn bibin.” Li wir şîneke li paş ketî heye.
Roza Yazmaci

Cihên tuwalet û serşokê pir kêm bûn, gelek jinan di malên xwe yên di nîv wêranbûyî da serên xwe û yên zarokên xwe dişûştin. Ev şert û mercên dijwar ji bo jinan bûbû sedema nexweşîyan. Nexweşîyên enfeksîyona mîzê, vajînît, girî û sipîh zêde bûbû.
Rozayê got ku jinên ku ji ber sermayê dest û lingên wan terikîne di wê sermayê da jî nan û şîvan çêdikirin.

Bo mînak jineka 56 salî hebû. Mêrê wê û çend zarokên wê rojek berîya erdhêjê ew terikandibûn. Ew jî neçar mabû bi keçeka xwe û malbata wê ra di konekî de bijîya. Nû zarokekî keça wê çêbibû. Pîrê ji ber wî rewşê nerehet dibû. Ji ber ku mêr û zarokên wî tunebûn, nikaribû alîkarîyên dewletê ji xwe re bîne.