Li bajarê Magdeburgê yê Almanîyayê, di êrîşa li bazara Noelê de 5 kes mirine û zêdetirî 200 kesan birîndar bûne. Di nav miriyan de zarokeka 9 salî jî heye. Rayedaran ragihandiye ku êrîş terorî ye.
Bûyer çawa pêk hat?
Êrîş roja înê, 21ê kanûna pêşiyê saet 19:02ê dest pê kiriye. Otomobîlekê xwe avêtiye nav qelebalixîya bazara Noelê. Polîsan di nav sê deqeyan de rewş kontrol kiriye.
Rewşa birîndaran çawa ye?
Ji 205 kesên birîndar 41 kes di rewşa giran an jî krîtîk de ne. Jineka 50 salî ji rojnameya Bildê re gotiye ku ew û mêrê wê di êrîşê de hilfirîne hewayê. Jin bêhiş ketiye û mêrê wê ji ranê xwe birîndar bûye.
Êrîşkar kî ye?
Li gorî serokwezîrê eyaleta Saxonyaya jêrîn Reiner Haseloff, êrîşkar doktorekê 50 salî ye û ji Erebistana Siûdî ye. Çavkanîyeka Siûdî ji ajansa Reuters re ragihandiye ku wan berê rayedarên Almanî li ser dîtinên tundrew ên êrîşkar hişyar kiribûn. Êrîşkarî di hesabê xwe yê Xyê de dîtinên tundrew belav kiribû.
Bertekên rayedaran çi ne?
Serokwezîrê Almanîyayê Olaf Scholz gotiye ku ev êrîş “kiryareka hovane û derveyî aqilan” e. Wî got ku “tu cihê din evqas aştîyane û kêfxweş wek bazarên Noelê nîne” ku mirov bi malbat û hevalên xwe re diçin.
Serokê eyaleta Saxonyaya jêrîn Reiner Haseloff jî bûyer wek “bûyereka ne îşê îşan” bi nav kiriye. Wî got ku encamên êrîşê ji texmînên şeva borî girantir in.
Bertekên navneteweyî
Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihandiye ku tîma wî di têkilîyê de ye bi rayedarên Almanî re û amade ye ku her alîkarîyê pêşkêş bike. Biden got: “Tu civak û malbat divê rastî bûyereka holê tirs û trajîk neyê, bi taybetî di rojên cejnê de.”
Civak çawa bertekê nîşan dide?
Li pêşîya dêra St. John a nêzî bazarê, welatîyan şem vêxistine û gul danîne. Gelek kes li wê derê girîyane. Koroya dêreka Berlînê ya ku di sala 2016ê de şahidîya êrîşeka li bazara Noelê kiribû, strana “Amazing Grace” gotiye û ji bo qurbanan dua kirine.
Li seranserê welêt di pêşbazîyên futbolê de deqeyek bêdengî hatiye ragihandin. Li stadyûma Leverkusenê lîstikvan û temaşevan bûne yek û rêz ji qurbanan re girtine.
Paşeroja lêpirsînê
Dozgerê Horst Nopens ragihandiye ku lêpirsîn li ser kuştin, hewldana kuştinê û birîndarkirinê tê meşandin. Dozger got ku nerehetîya êrîşkar ji helwesta Almanîyayê ya li hember penaberên Siûdî dikare yek ji sedeman be.
Çavkanî:
- The Guardian
- Reuters
- Botan Times
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.