“Em ê sindoqên hilbijartinê bi rengê kesk boyax bikin”

12/04/2023

Partîya Çepa a Kesk li bajaran dest bi xebatên xwe yên hilbijartinê kiriye. 

HDPyê ku bi lîsteya Partîya Çep a Kesk dikeve hilbijartinan, namzetên xwe yên parlamenteriyê yê Amedê bi girseyeka mezin bi xelqê danasîn.

Partîya ku di hilbijartinên borî da li bajêr dengek zêde bi dest xistîbû di vê hilbijartinê da jî dixwaze 12 wekîlan bişîne parlementoyê. 

Ji bo danasîna parlementeran li navçeya Yenîşehîrê bûroya hilbijartinê tê vekirin.

Em jî ber bi buroya Partîya Çep a Kesk ve diçin. Dengê stranên govendî û hejmara zêde ya polîsan bal dikişîne.

Ciwanên li ber bûroyê kom bûne dibin sîya polîsan da bi heycan govendê digerînin.

Di nava girseyê da hejmara ciwanan û jinan zêde ye. Ala Partîya Çep a Kesk di demeke kin da ketîye destê hemû kesan. Ji ber ku ji salên 1990an vir ve bi 10an partîyên Kurdan bi sedemên cur be cur hatine girtin, Kurd êdî bi rehetî fêrî guherîna partîyan dibin.

“Bi qasî emrê min partî hatine girtin”

Em ji jineka ciwan ku ji govendê derket û li ber me sekînî dipirsin, “Ji hilbijartinan ra 30 roj mane. HDP bi naveke din tevlî hilbijartinan dibe, wê dengê partiya wê kêm nebe bi vê awayî?”

Jina bi navê leyla bi xwe bawer vê bersivê dide, “Em êdî fêrî girtina partîyan bûne. Bi qasî emrê min partîyên Kurdan hatine girtin. Ji ber wê ji bo me ne zehmet e û dengê HDPyê jî nakeve wê bêtir zêdetir bibe.”

Hin kes bi malbatî hin kes jî bi zorkên xwe ra hatine.

Girseya li ber bûroyê her diçe mezin dibe. Bi hatina namzetan ra heycan bilind dibe û çoşa girseyê jî zêdetir dibe.

Hevserokê berê yê Kongreya Civaka Demokratîk û namzedê parlamenteriyê yê Partiya Çep a Kesk e Amedê Berdan Oztûrk dibêje;

Gelê Amedê biryara xwe daye. Ew ê 14ê Gulanê da sindokan bi rengê kesk boyax bikin. Di vê hilbijartina dîrokî da em ê li parêzgehên Kurdistanê bi taybet li Amedê 12 wekîlan bi dest bixin û bersiveke baş bidin dijminên Kurdan.

Berdan Ozturk

sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gulistan Korban

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Weşana berê

Jiyan Arjinî ji nû ve deng da berhema ‘Ne bûk ne zava’ yê

Weşana paşê

Lêkolîna ORCê : Kiliçdaroglu bi sedî 48,9 bûye yekemîn