Deniz Özgür bi romana xwe ya bi navê “Elo Dîno & Yeşil Nehir” lehengekê gelê ku 500 sal berê jiyaye, aniye li ser rûpelên edebiyatê.
Romana ku ji aliyê weşanxaneya Herdemê ve hatiye weşandin, bûyerên sedsala 16an vedibêje û bi zimanê tirkî ye.
Wêrekî û lehengî motîfên sereke ne
Romanê li ser lehengê ji Botanê yê ku li dijî neheqiyên civakî têkoşîn daye hatiye hûnandin. Elo Dîno, ku di çîrok û stranên herêmê de cih girtiye, bi taktîkên xwe yên taybetî li dijî cudahiyên çînî û belengaziyê şer kiriye.
Pêvajoya nivîsandinê
Deniz Özgürê destnîşan kiriye ku ji bo nivîsandina vê romanê gelek caran çûye Cizreyê û bi xelkê herêmê re hevpeyvîn kiriye. Wê herwiha serdana wê derê kiriye ku Elo Dîno lê kemîn daniye û li ser cografyaya wê lêkolîn kiriye.
“Dema min efsaneya wî bihîst, min li ser înternetê lêkolîn kir, lê agahiyên kêm hebûn. Min ji niştecihên Cizreyê, bi taybetî ji kesên temen mezin, guhdayî versiyonên cida yên efsaneyê kir”
Deniz Özgür
Çavkanî: Botan Times 06/05/2025
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.