Sala 2010an ez hatim Tirkiyeyê. Lê belê beriya hatina min helbet min kurd nas dikirin. Ev nasîna min ji ber çend sedeman bû; ji ber ku li Fransayê kurd miletekî naskirî ye, hûn dikarin wan li Parîsê, di nav meşên xwepêşandanan de bibînin. Ji ber vê jî min jixwe rewşa kurdan û têkoşîna wan dizanî. Lê helbet min ji wan kes nas nedikir. Min tenê ew wekî miletekî nas dikir. Herwiha xaltîka min derbarê kurdan û elewiyan de doktoraya xwe kiribû. Wê ji min re behsa wan dikir.
***
Hunermend û mûzîkjena Fransî Eléonore Fourniau, yekem albûma xwe ya bi kurdî Neynik li ser platformên dijîtal belav kir.
Hunermenda Fransî ji bo ku vê albûmê amade bike çar salan xebitiye.
Albûma mûzîkjen Fourniau 12 stranên kurdî dihewîne û di vê albûmê de wê cih daye gelek stranên gelêrî yên kurdî.
Dema em bala xwe didin naveroka albûmê stranên sê zaravayên kurdî (Kurmancî, Soranî, Zazakî) tê da cih digirin. Guhdarên wê dê bi sê zaraveyên kurdî bikarin stranan guhdar bikin. Stranên hunermendên kurd Seîd Gabarî û Seîd Yûsif jî di vê albûmê de hatine gotin.
Herwiha di vê albûmê de, Fourniau bixwe jî bi navê Evînên Veşartî helbestek nivîsîye û bestekariya wê kiriye.
Di vê hevpeyvînê de, me bi hunermend û mûzîkjena Fransî Eléonore Fourniau derbarê nasîna wê ya kurdan, salên wê yên xwendekariyê li Stenbolê, wergirtina dersên dengbêjiyê, prosesa hazirkirina albûma Neynikê û li ser gelek babetên dî axivîn.
“Li Fransayê kurd miletekî naskirî ye”
Di destpêkê de dixwazim vê ji te bipirsim; nasîna te bi kurdan û têkiliya te ya bi kultura wan re vedigere kengî?
Sala 2010an ez hatim Tirkiyeyê. Lê belê beriya hatina min helbet min kurd nas dikirin. Ev nasîna min ji ber çend sedeman bû; ji ber ku li Fransayê kurd miletekî naskirî ye, hûn dikarin wan li Parîsê, di nav meşên xwepêşandanan de bibînin. Ji ber vê jî min jixwe rewşa kurdan û têkoşîna wan dizanî. Lê helbet min ji wan kes nas nedikir. Min tenê ew wekî miletekî nas dikir. Herwiha xaltîka min derbarê kurdan û elewiyan de doktoraya xwe kiribû. Wê ji min re behsa wan dikir.
Dema ez hatim Tirkiyeyê min dixwest ez mûzîka Anatolyayê bikim. Bi tevî kurdî û tirkî min dixwest. Lê belê mûzîka gel a Tirkî bi min rihettir hat, ji ber ku mamoste û saziyên perwerdehiyê hebûn. Min ji vir dest pê kir. Herwiha sala min a yekem bi hînbûna zimanê tirkî re jî derbas bû. Yanî min qet di destpêkê de bi kurdî mûzîk nekir. Jixwe li gorî rewşa min diviyabû tenê ez salekê bimînim. Lê piştre 6 salên dî jî ez li vir mam. Her sal min dirêj kir û bere berê min ev kar bi awayekî ciddî girt. Di sala xwe ya duyem de, li zanîngeha Stenbolê ya Teknîkê wek xwendekara mêvan çûm konservatuarê. Di beşa min de gelek xwendekarên kurd hebûn. Li wir hevalên min çêbûn û me bi hev re dest bi çêkirina mûzîkê kir. Me komek ava kir bi navê Esman. Heta me strana Lê lê Rihê kêşa û ew gelek hat parve kirin.
“Min peyva dengbêj yekem car ji keçikeke Fransî bihîst”
Piştî tu li Stenbolê bicih dibî, tu bi rêya hunermenda kurd Dengbêj Xalîdeyê perwerdeyê dibînî; gelo çi bû sedem ku te xwest vê perwerdeyê wergirî? Herwiha dixwazim di ber vê pirsê re, vê jî ji te bipirsim; bi nêrîna te di navbera kevneşopiya dengbêjiya kurdî û mûzîka rojavayî de (taybet vebêjên Yewnana Antîk) nêzîkatiyek heye an?
Gelek sedem çêbûn ku ez perwerdeyeke wisa bigirim. Bi tesadûfî ez rastî keçikeke Fransî hatim. Wê ji min re got ku ez li vir dersên dengbêjiyê digirim. Min jê re got çi ecêb e ev salek, salek û nîv e li Stenbolê me û vê yekê yekem car ji te dibihîsim, ez matmayî mam. Wê keçikê jî ji Dengbêj Xalîdeyê dersê digirt. Piştre min jî gelek meraq kir; ji ber ku min dixwest ziman û mûzîka Kurdî jî hîn bibim. Min peyva dengbêj yekem car ji keçikeke Fransî bihîst. Piştre min nimreya wê girt û ji Dengbêj Xalîdeyê ders wergirt.
Bi nêrîna min di warê mûzîkalîyê de gelek cudahî hene. Lê belê di warê civaknasiyê de gelek tiştên dişibin hev jî hene. Di serdema navîn de li Ewropayê Troubadour hebûn. Kesên dema ji cihekî diçûn cihekî di rê de mûzîk dijenîn, hebûn. Herwiha xwendina helbestên epîk di gelek kulturên cuda de jî hene. Di vê mijarê de, ez wisa difikirim ku di çarçoveyeke dîrokî û civakî de, di gelek kulturên cihê de hevpariyên dengbêjiyê hene.
“Kurdên Rojhilatê Kurdistanê bûn alîkarên min”
Di albuma xwe ya bi navê Neynikê de, tu di zaravayên cuda cuda de disitrî; dema ku te albumeke wisa berfireh amade kir gelo te ji kîjan çavkaniyan sûd wergirt. Tu dikarî behsa van çavkaniyên xwe ji me re bikî?
Di wextê Covid-19yê de hemû konserên min betal bibûn û min jî, ji xwe re got wextê çêkirina albûmekê hatiye. Bi rastî min gelek xwendin kirin û jixwe ez ji lêkolînê jî hez dikim. Ji ber vê yekê bi mehan min hewil da xwe bigihînim çavkaniyan û guhdariya wan bikim. Bo nimûne pirtûka ku Cewad Merwanî amade kiribû; Stranên Rîtmîk Ên Radyoya Erîvanê min yeko yeko her stran guhdarî kir. Ez bi vê berhemê re pir mijûl bûm, lê belê piştre min ji vê berhemê ti stranek di albûmê de negot. Min 500 stranan guhdarî kirin lê çi ecêb min dawiyê de nehilbijart.
Kontakta min tim ligel Cewad Merwanî hebû. Wî du stranên xwe dan min û ev yek ji bo min tiştekî balkêş û biqîmet bû; ji ber ku ev stran/perçe ne mîna hilbijartineke di nav pirtûkekê de bû. Bi rastî jî kesek rabe bibêje vê bixwîne, bistire tiştekî cuda ye û zêdetir şeklekî mirovî bi xwe re tîne. Wî ev yek ji bo stranên Lawo û Nîna gotibû. Herwiha min jî xwe gihande gelek çavkaniyan.
Hunermend Farqîn Azad jî sax be gelek çavkanî dan min. Di nav wan de stranbêjên ku min berê qet guhdariya wan nekiribû jî hebûn. Bo nimûne Seîd Gabarî hebû min berê nedizanî, min gelek guhdariya wan kir.
Herwiha bi rêya medyaya civakî şopînerên min ên ji Rojhilatê Kurdistanê ji min re dinivîsandin. Min ji wan dipirsiya û ew jî sax bin gelek caran dibûn alîkarên min. Bi rêya wan dinyayeke nû li pêşiya min vebû; ji ber ku dema ez li Tirkiyeyê bûm, min li Stenbolê konservatuar dixwend min derbarê mûzîka gelêrî ya tirkî de gelek agahî bi destxistibûn. Lê belê derbarê mûzîka kurdî de min tiştên mîna van li ti deverê nexwendibû. Ji ber vê yekê di dema prosesa çêkirina albûmê de min gelek agahiyên nû bidest xistin, mûzîkên curbecur guhdarî kirin. Taybet li herêma Îranê teknîkên cuda cuda yên dengan hebûn û min ev qet nebihîstibûn berê.
Çîrokên Stranên Albûma Neynikê
Dema em li naveroka albûmê dinêrin em dibînin ku te cih daye sitranên hunermendên kurd yên wekî Seîd Gabarî û Seîd Yûsif. Herwiha di albumê de te hem berhemek bixwe nivîsîye hem jî bestekariya stranekê (Raze) jî kiriye. Tu dikarî behsa van tercihên xwe û sedemên wan bikî?
Sala ku min dest bi çêkirina albûma xwe kir Seîd Gabarî û Seîd Yûsif wefat kirin. Ji bo xatirê wan û ji bo navên wan di albûmê de derbas bibin min xwest cih bidim stranên wan her dukan. Ji ber ku ew her du, du hostayên mezin in ji bo mûzîka kurdî, mixabin dema min dest bi albûma xwe kir wan her duyan jî wefat kir.
Her wiha di albûmê de du besteyên min bixwe jî hene. Yek straneke evînê ye, min bixwe nivîsî û besteya wê (Evînên Veşartî) kiribû. Min bixwe nivîsî û du hevalên min di warê gramerê de alîkariya min kir. Lê jixwe peyvên wê piçek rihet bûn. Çîroka wê ji ber ku ji bo min hinek taybet e bila bimîne… Strana Raze jî hevaleke min ji min xwest, got tu dikarî besteya vê ji min re bikî, min jî qebûl kir. Ji ber çi min got temam? Ji ber ku gelek teklîf tên ji min re ku ez besteyan çêbikim, lê belê ez di serî de dinirxînim. Ji ber çi min ji vê re got erê; ji ber ku çîroka wê gelek tesîr li ser min kir. Kesê ku ev lorî nivîsiye birayê wê ji hêla DAIŞê ve hatiye şehîdkirin. Mîna loriyê hatiye nivîsîn û di helbestê de xwestiye bibêje qedera wê di pêşerojê de ka çawa hatiye neqişkirin vebêje.
“Dema bi kurdî distrêm dibim hevparê wî derdî”
Tu muzîkjenek î ku ji aliyê Kurdan ve têy hezkirin û bi dengê xwe û bi enstrumanên ku tu bikartînî muzîka kurdî bi cîhanê didî nasîn. Ev têkiliya ku te bi rêya huner û hestiyariyê daniye, çavkaniya xwe ji ku derê werdigire?
Bi nêrîna min çavkaniya vê yekê derbaskirina wextî ye ligel Kurdan; ji ber ku ez bûm hevala wan û me jiyan bi hev re parve kir. Bi nêrîna min çavkaniya xwe ji wir digire; ji ber ku dema ez li Stenbolê bûm piraniya hevalên min kurd bûn. Jixwe min hez ji mûzîka kurdî jî kir lê ger ez li Fransayê bimama wê rewş cudatir bûya. Min bi rastî jî bi wan re jiyan derbas kir; ez çûm erdnigariya wan jî, gelek jê hez kir, min xwe nêzîkê wan dît. Ji ber vê yekê ez piçek şibiyam wan jî; her wiha dema ez vegeriyam Fransayê jî ji min re gotin tu bûyî kurd. Heta ez wê demê bi devoka kurdî, tirkî diaxiviyam. Dema ez hatim Parîsê kurdên li wir gelek bi min dikeniyan; ji ber ku ez bi rastî jî bi devoka kurdî, tirkî diaxiviyam. Ez hêdî hêdî elimîm vê halê xwe û wext derbas bû. Ji ber vê helbet têkileyek heye; têkileyeke pir kûr.
Dawiyê, vê jî dixwazim ji te bipirsim; ruhê kurdî/zimanê kurdî bi te re çi hestan çêdike/peyda dike?
Ez 6 zimanan dizanim. Ne bawer im ku ez kurdî %100 dizanim. Lê bi rastî ji ez dixwazim hakimê kurdî bim. Ev xwestekeke min e. Hêdî hêdî hîn dibim ji ber ku pratîka vê zehmet e. Divê yek hebe tenê zimanê me yê hevpar kurdî be, ez ê wisa karibim hîn bibim. Ji ber ku em yekser vedigerin tirkî. Bela ku strangotina bi kurdî û axaftin ne mîna hev du ne; ji ber ku rengekî mûzîkê heye, dema ku ez stranê dibêjim qey ez pê re dijîm, dibim hevparê wî derdî. Lê bi rastî nizanim ev yek ji ku derê tê. Ew hestên di helbestê de derbas dibin, di dilê min de lê rûdinên û dema dibêjim pê re dijîm. Bi nêrîna min ji ber vê yekê ji mûzîka min hez dikin û guhdarî dikin.
Ji bo guhdarîkirina Albûma Neynikê;