25.02.2022
BBC
Di roja duyem a şerî de ji Kievê dengê teqînan tê bihîstin

Di roja duyem a êrîşa Rusyayê ya li ser Ukraynayê de jî êrîş berdewam e. Li paytexta Ukraynayê Kievê dengê teqînan tê bihîstin.

25.02.2020
BBC
Di roja yekem a êrîşê de 137 kes mirine

Serokwezîrê Ukraynayê Zelenisky ragihandiye ku di roja yekem a êrîşa Rusyayê de 137 kesan jiyana xwe ji dest dane. 

08:00
BBC
Kenedayê mueyîdeyên nû li dijî Rûsyayê ragihandin

Serokwezîrê Kenedayê Justin Trudeau bi şermezarkirina êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê, mueyîdeyên nû li ser 62 rêxistin û kesayetên rûsî ragihandin.

Kanadayê jî nêzî 460 leşkerên xwe ji bo mîsyona NATO ya li Ewropaya Rojhilat bi cih kiriye.

25.02.2022
BBC
Ukrayna: Li Zaporîjyayê bi roketan êrîşî leşkerên sînor kirin

Leşkerên sînorê Ukraynayê diyar kirin ku li herêma Zaporîjyayê ya li başûrê rojhilata herêma Zaporîjyê di saet 04:25an de ji aliyê hêzên Rûsyayê ve rastî êrîşa bi roketan hatiye.

Rayedaran diyar kirin ku di êrîşê de mirî û birîndar hene.

25.02.2022
BBC
Roja duduyan a dagirkirina Ûkraynayê ya Rûsyayê: Rûsya ji sê aliyan ve bi pêş ve diçe

Êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê ku duh danê sibê dest pê kir, ji sê aliyan ve dewam dike. Artêşa Rûsyayê ji Belarûs ber bi başûr, ji Qirimê ber bi bakur û ji xaka Rûsyayê ber bi rojava ve bi pêş ve diçe.

11:30
BBC
Wezareta Parastinê ya Ukraynayê: Hêzên Rûsyayê ketin Kîevê

Wezareta Parastinê ya Ukraynayê: Hêzên Rûsyayê ketin Kîevê
Rayedarên Ukraynayê piştrast kirin ku leşkerên Rûsyayê ketine paytext Kîevê.

Wezareta Parastinê ya Ukraynayê di peyama xwe ya Twitterê de ragihand ku leşkerên "dijmin" li navçeya Obolonê ne ku 9 kîlometre dûrî avahiya parlamentoyê ya li navenda bajêr e.

12:00
Twitter
Tanqên Ûris li Kîevê ne

Tankên Ûris, yên danê sibehê ji bakurê bajêr ketine Kîevê, ji aliyê rojnamegerên herêmî ve hatin kişandin.

Di dîmenên li ser medyaya civakî hatin parvekirin de tê dîtin ku tankên Rûsyayê li taxa Obolon a li bakurê bajêr bi pêş ve diçin.

12:30
Wezareta Parastinê ya Ukraynayê: Pêdiviya me bi her kesî bi çek heye, temen ne sînordar e

Wezareta Parastinê ya Ukraynayê di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê twitterê de, bang li hemû sivîlan kiriye ku tevlî artêşê bibin û li dijî Rûsyayê çek hilgirin; Daxuyaniya "Sînorê temen tune" hat dayîn.

13:00
Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê: Rûsya negihişt armancên xwe

Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê Ben Wallece îdia kir ku Rûsyayê di 24 saetên ewil ên dagîrkirina Ukraynayê de negihîşt ti armancên xwe yên sereke. Wallace got ku 450 leşkerên Rûsyayê hatine kuştin.

13:00
Rayedarê Wezareta Karên Navxweyî ya Ukraynayê: Artêşa Rûsyayê li 33 cihên sivîlan xist

Ji Wezareta Karên Navxweyî ya Ukraynayê Vadim Denisenko got ku piştî hêzên Rûsyayê dest bi dagirkirinê kirin li dehan cihên sîvîl xistin.

Danîsenko ji Reutersê re gotiye; "Rûs dibêjin ku ew deverên ku sivîl lê dijîn armanc nagirin, lê di 24 saetên dawîn de li 33 cihên sivîlan xistin"

13:30
Reuters
Tankên Rûsyayê ketin Kîevê, li derveyî Kîevê pevçûn didomin

Artêşa Ukraynayê ragihandiye ku şer û pevçûnên dijwar di navbera artêşên Ukrayna û Rûsyayê de li derdora Kîev, Dîmer û Îvankivê berdewam dikin.

Hêzên çekdar ên Ukraynayê li ser hesabê xwe yê fermî ragihandine ku tankên Rûsyayê gihiştine taxên bakurê rojavayê bajêr.

 

14:00
Fînala Lîga Şampiyonan a UEFAyê ji St Petersburgê diçe Parîsê

UEFAyê ya ku Yekîtiya Federasyonên Futbolê ya Ewropayê ye daye zanîn ku fînala Lîga Şampiyonan a ku dihat plankirin di 28ê gulanê da li St Petersburgê were lîstin, dê li Parîsê bê kirin. Ev biryar ji ber êrîşa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê hatiye girtin.

Di daxuyaniya UEFAyê de hat diyarkirin ku maçên klûbên Ukraynayê û Rûsyayê û tîmên wan ên neteweyî jî wê li qada bêalî bên lîstin.

14:30
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Lavrov: Armanca me bêçekkirina Ukraynayê ye

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îdia kir ku armanca operasyona leşkerî ne dagirkirina Ukraynayê, bêçekkirina wê ye.

Lavrov bersiva pirsên çapemeniyê da û got, "Rûsya dixwaze hikûmeteke demokratîk hilweşîne?" Wî bersiv da û got ku Ukrayna bi demokrasîyê nikare bê pênasekirin. 

14:00
Rûsya: Em Çernobîlê ji terorîstan diparêzin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îdia kir ku leşkerên Rûsyayê "ji bo parastina santrala nukleerê ya Çernobîlê" Çernobîl bi dest xistine. Hatibû ragihandin ku piştî pevçûnên şeva borî leşkerên Rûsyayê Çernobîl bi dest xistibûn.

15:30
Ukaynayê ji bo ku hêzên Ûris derbas nebin pirek teqandine

Hêzên Çekdar ên Ukraynayê: Me pirek ji bo rawestandina pêşveçûna tankên Rûsyayê teqand
Hêzên Çekdar ên Ukraynayê ragihandine ku ji bo rawestandina pêşdeçûna leşkerên Rûsyayê pira li ser Çemê Teterîvê li Îvankiv teqandine.

16:00
Dê pêşbirka Formula 1 Rusya Grand Prix neyê lidarxistin

Federasyona Otomobîl a Navneteweyî (FIA) ragihandiye ku Pêşbirka Mezin a Rûsyayê ya Formula 1ê nayê lidarxistin.

Di daxuyaniya federasyonê de hat gotin, "Di bin van şert û mercan de ne mimkûn e ku Grand Prix ya Rûsyayê were lidarxistin."

dihat plankirin ku pêşbaziya F1ê di meha Îlonê de li Moskowê bê kirin.

17:00
Kîev xwe ji bo şerî amade dike

Di roja duyemîn a dagirkirina Ûkraynayê ji aliyê Rûsyayê ve, leşkerên Ûkraynayê û hêzên Rûsyayê li noqteyên nêzî paytext Kîevê hewl didin rê li ber ketina hêzên Rûsyayê ya li nava bajêr bigirin.

Di televîzyona Ukraynayê de, naveroka çêkirina molotofkokteylan tê weşandin. Gel xwe ji bo şerî amade dike. 

17:30
Esad dagirkirina Ukraynayê wekî 'sererastkirina dîrokê' bi nav kir.

Hat ragihandin ku Serokê Sûriyê Beşar Esed îro pêwendiyeke telefonî bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re kiriye û piştgirî daye êrişa Rûsyayê bo ser Ukraynayê.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Sûriyê, Esed operasyona leşkerî weke "serastkirina dîrokê" bi nav kiriye.

18:00
Pûtîn bang li leşkerên Ukraynî kiriye ku darbeya leşkerî bikin

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn rasterast xîtabî leşkerên Ukraynayê kir û bang li leşkeran kir ku ji rêberên xwe xilas bibin.

Pûtîn banga derbeyê kir û got:

“Ez careke din bang li personelên hêzên çekdar ên Ukraynayê dikim; Destûr nedin neo-naziyan ku zarok, hevjîn û mezinên we wek mertalên zindî bikar bînin.”

Pûtîn di heman axaftinê de dibêje “Kontrolê bigrin, lihevkirin ji bo me hêsantir e.