Ehlîyet, nasname û pasaport zam bûn

28/12/2023

Berî sala nû, ehlîyet, nasname û pasaport zam bûn.

Midûriyeta Giştî ya Muhasebeyê ya Wezareta Xizîne û Maliyeyê da zanîn ku bo sala 2024an bihayê belgenameyên ehliyet, nasname, pasaport, belgenameya tescîlkirina wesayîtên bimotor zam bûne.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê bihayê belgenameyên noter û beyannameyan bû 87 lîre, yê protesto, vakaletname û seneden eslî bû 174 lîre, yê pasaportan bû 790 lîre, yê destûra îkametê bû 565 lîre, yê nasnameya bêyî agahdarkirina qanûnî tê çêkirin bû 130 lîre, yê guherandina nasnameyê bû 130 lîre, yê nûkirina nasnameya ji ber windakirinê bû 260 lîre, yê cuzdanên malbatê bû 705 lîre, yê ehliyetê bû 990 lîre, yê belgenameyên xebata ajokaran bû 990 lîre, yê belgenameyên tescîlkirina wesayîtên bimotor bû 885 lîre, yê tescîlkirina wesayîtên kar bû 740 lîre, yê çekên bankan bûn 55 lîre, yê qertên şîn bû 130 lîre, yê belgenameya xebatê ya biyaniyan bû 565 lîre û yê belgenameya destûra ji bo xebatê jî bû 565 lîre.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Notên Hefteyê: Çîroka kesên ku nikarin çîroka xwe vegêrînin!

I. Hema wisa! Ez, xwe! Yê ku xwe ji bîr dikim û

Maşallah Dekak: Medyaya cîhanî bi profesyonelî patronên xwe vedişêre, lê ya kurdî bi serbilindî qala patronên xwe dike

“Hawar, derbeke “Xencera Celadet Alî Bedîrxan” e ku li cehalet û nezaniya

Romana Kurdî û Rexne -3- : Helîm Yûsiv, Musayê Qamişlokê û Sykesê Londonê

“Şiîr ji birîna derkirî re diaxive” dibêje John Berger [1]. Gelo roman