Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Edîtorê bianet kurdîyê Aren Yildirim serbest bû

17/03/2023

Rojnameger Aren Yildirim piştî ku dozgerî îfadeya wî wergirt û pirsên rojnamegeriyê jê kirine, vê sibê serbest kir.

Li gorî nûçeya bianetkurdî yê Edîtorê bianet kurdiyê Aren Yildirm vê sibê birin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Li wir Yildirim derket pêşberî dozgerî.

Polîsan roja Çarşemê (15ê Amadê) saet di 06.00ê de girtibû li ser li mala Yildirimî ya li Uskudara Stenbolê û ew desteser kiribûn. Polîsan ew biribûn Midûreyeta Emniyetê ya Stenbolê. Di jêpirsînê de axavtinên Yildirimî yên bi rêya telefonî kirî, jê pirsîne.

Yildirim vê sibê piştî îfadeya xwe da dozgeriyê bêyî ku şertê kontrola edlî ji bo wî bixwazin, serbest bû.

Karûbarên rojnamegeriyê jê pirsîn

Parêzer Emrah Baranî ji bianetê re got ku di dema jêpirsînê de dozgerî pirsên derbarê karûbarên wî yên rojnamegeriyê de jê pirsin.

“Di sala 2020yan de lêpirsînnameyek ji bo wî hatiye amadekirin û biryar dane ku li axavtinên wî yên telefonê guhdarî bikin. Îro jî ev axavtin jê pirsîn. Ew derbarê nûçeyan de bi rêvebir û xebatkarên bianetê re axiviye û naveroka van hevdîtinan jî ev in. Nîqaşên ku di dema çêkirina nûçeyan de ji wî pirsin. Me jî got hemû axavtinên wî kirine, ji bo karûbarên rojnamegeriyê ne.”

Derbarê Aren Yildirimî de

Ji sala 2019an û vir ve edîtorê bianet kurdiyê ye. Wergêr, zimanzan û rojnameger e.

Nivîskarê pirtûka Rêbera Axavtinê ya Soraniyê û Bo Biyaniyan Kitêbî Fêrbûnû Kurdî ye. (AS/FD) 

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan