Êdî bikaranîna maskeyan û koda HESê ne mecbûrî ye

Êdî bikaranîna maskeyan û koda HESê ne mecbûrî ye
Êdî bikaranîna maskeyan û koda HESê ne mecbûrî ye
Botan Times
  • 3 Mart 2022 06:39

Wezîrê Tenduristiyê, Fahrettîn Kocayî piştî civîna Lijneya Zanyaran a Koronavîrusê civîneke çapemeniyê li dar xistiye û biryarên nû aşkere kirine.  

Kocayî gotiye, li gorî hejmara nexweşan niha Tirkiye yek ji wan welatan e ku herî kêm bandora şewbê lê dibe û weke berê bandorê li jiyana civakî nake. Wezîrê Tenduristiyê spasiya xwe pêşkêşî xebatkarên karûbarên tenduristiyê kiriye û diyar kiriye ku têkoşîna li dijî Covid-19ê wê êdî bi derzîkirinê dewam bike. 

Wezîr Kocayî destnîşan kir ku maske wê di jiyana me de hê jî bimînin: “Maskeyên me wê bi me re bin û dema pêwîst bû em ê bikar bînin. Dema em bi mezinên xwe re bin ango li cem yên bi nexweşiyên kronîk bin, em dev ji maskeyê bernadin. Herwiha li qadên ku merca mesafeyê lê nîne, li saziyên tenduristiyê û qadên girtî yên weke dibistan, di balafir, otobus, şano, sînemayê de bikaranîna maskeyê wê bidome. Di serdema nû de êdî sepana koda HESê jî hat rakirin. Dê li ti sazî û dezgehekî koda HESê neyê xwestin.”

Kocayî paşê biryarên ku hatine wergirtin aşkere kiriye:

  • Êdî li derve ne mecbûriye maskeyan bidin ber devê xwe
  • Li deverên girtî, ger ji bo hewaya paqij tedbîr hebin û mesafe di navbera mirovan de hebe, bikaranîna maskeyan ne mecbûrî ye
  • Di dema nû de pirskirina koda HESê hate rakirin. Di ketina ti dem û dezgehan de wê kontrola koda HESê neyê kirin
  • Kesên nîşaneyên nexweşiyê li wan peyda nebin wê test ji wan neyê xwestin
  • Li dibistanan dema testa xwendekaran pozîtîf derkeve wê were karantînakirin û ev wê bes be, perwerde wê dewam bike