Zarokên kurd, sermayeya herî girîng a vî welatî ne. Eger îro planên dijminan ên herî girîng li ser zarokên me ne, divê em jî berxwedana herî cidî di vê babetê da bikin û afirandina berhevên baş ji bo zarokan mezintirîn xebata me ye ku em bikarin wan bi başî perwerde bikin.
***
Yekemîn cara ku piranîya me rastî edebîyata zarokan hatine, di himbêza dayîk û dapîrên me da û bi lorîyên wan bûye. Ew lorîyên ku ji devê dayîkên me derdiketin belkî heta niha jî rasttirîn mînakên edebîyata zarokan bin û piştî wê me tiştekî rast yê edebîyata zarokan a bi kurdî ne nebihîstibe. Elbet dibe ku ew lorî di nava hin pênaseyên edebîyata zarokan da neguncin. Nivîsandin, li ser edebîyata zarokan gelekî dijwar e; ji ber ku berhev gelekî kêm in ku mirov bi rastî bikare bibêje ew edebîyata zarokan in. Helbestên ku niha ji bo zarokan dihên nivîsandin nagihîjin wan lorîyên dayîkan. Dahênerên lorîyên ku me di zaroktîya xwe da dibihîstin, dayîkên dilşewat ên perwerdebûyî di mekteba edebîyata devkî da bûn lê dahênerên îro yên edebîyata zarokan ji wê kanîyê veqetîyane û perwerdeyeke rast a kurdewarî jî nedîtine. Herwisa dema mebest ji edebîyata zarokan, edebîyata kurdî û ji bo zarokên kurd be, mijar digel perwerdekirina mirovên neteweperwer jî dikeve pêwendîyê û karê mirov dijwartir dike. Ji alîyekî din ve jî, ji ber ku mixabin piranîya edebîyata kurdî bi awayê devkî bûye û nehatîye nivîsandin û mektûbkirin, belgeyên baş jî, ji bo lêkolîn û hilkolîna vê babetê di tarîxê da peyda nabin. Mirov nikare her helbesta sade û vala ji dîmenekî xeyalî û hetta tevî dîmenên xeyalî jî, edebîyata zarokan bihesibîne. Divê pîverên cidî hebin ji bo cudakirina edebîyata zarokan û ew tiştê ku tenê bi nav edebîyata zarokan e.
Pênasekirina edebîyatê bi xwe karekî dijwar e û gelek pênaseyên wê hene. Bi giştî mirov dikare bibêje Edebîyata her miletekî, komek e ji hunerên wî miletî ku bi rêya peyvan dihête nîşandan [1]. Mirov ji vê pênaseyê halî dibe ku edebîyata her miletekî bi rabirdû û tarîxa wî miletî ra pêwendîdar e û herwisa rengvedana bawer û fikrên wan e. Edebîyata zarokan jî digel pênaseya giştî ya edebîyatê cîyawaz nîne. Ya rast, ji ber ku ev edebîyat ji bo kesekî ciwantir dihête amadekirin, divê ji alîyê kalîteyê ve ji ya mezinan jî çêtir be. Tiştê ku edebîyata zarokan ji ya mezinan cuda dike, cîyawazîya di navbera hewceyîyên zarokan û mezinan da ye [2]. Niha, edebîyata zarokan ji wan nivîsan ra dihête gotin ku bi destê pisporan ji bo zarokan dihên amadekirin û di tevahîya wan da, zewq, perwerdeya fikrî, terbîyet û karaktera zarokan girîng e û divê li berçavan bihête girtin [3].
Edebîyata zarokan ji çend hêlan ve girîng e û divê di her serdemekê da girîngîyê bidin vê mijarê. Ji ber ku, ji bilî wan tesîrên ku ev edebîyat li ser karakter û rewişt û fikra zarokê didane, yek ji amûrên herî girîng ên hînbûna zimên e. Hacîqasimlû, lêkolînera îranî ya edebîyata zarokan, di nava sebebên girîngîya edebîyata zarokan da, alîkarîya vê edebîyatê ji bo hînbûna zimanê giştî û neteweyî jî bi hejmar dihîne [4]. Herwisa ev lêkolîner bi bawer e edebîyata zarokan rêyeke gelekî baş e ku zarok derdora xwe û ew cihê ku tê da dijî nas bike [5].
Tevî hemû pîverên dijwar û sext ku ji bo edebîyata zarokan hene, mirov nikare jî bibêje ku edebîyata zarokan tiştekî nûjen e. Li Îrana berî Îslamê ji ber ku civak ne yeksan bû û mafê xwendin û nivîsandinê bi tenê ji bo zarokên çîna serdest a civakê hebû, eger edebîyateke zarokan a nivîskî hebe jî, edebîyateke berbelav nebûye û tenê ji bo kesên taybet bûye. Ji ber vê û gelek sebebên din, edebîyata zarokan li Îranê ji berê da, zêdetir devkî bûye û beşeke folklora miletên li Îranê ye. Li Kurdistanê jî edebîyata zarokan pirtir devkî bûye.
Ji hêla tarîxî ve, edebîyata devkî berî ya nivîskî hebûye. Edebîyata devkî hin cîyawazî digel ya nivîskî hene ku em dikarin bibêjin nasyarnebûna nivîskar an dahênerê wê, girîngtirîn cîyawazî ye [6].
Tarîxa edebîyata zarokan a devkî li Kurdistanê ne dîyar e û bi bawera lêkolîneran ev qad, xwedîyê tarîxeke kevn e. Lê tarîxa edebîyata zarokan a nivîskî ta radeyekê dîyar e û lihevkirin li ser vê babetê heye. Lêkolîner û nivîserên kurd Ehmedê Xanî(1651-1707) wekî yekemîn dahêner û nivîserê edebîyata kurdî ya ji bo zarokan dizanin. Li gor belgeyên ku hene, ev nivîser û helbesvanê mezin afirînerê wêjmanekê ye ku bo cara yekem di berhevên nivîskî da girîngî da zarokan. Vî helbestvanî bi nivîsandina “Nûbihar Biçûka” yekemîn berheva nivîskî ya ji bo zarokan afirand ku her di wî wextî da ferhengke kurdî-erebî jî bû. Li rojhilata Kurdistanê jî wekî beşên din gelek berhevên ji bo zarokan hatine û dihên nivîsandin. Yek ji pêngavên herî girîng û tarîxî ku tesîreke fikrî ya mezin li Rojhilatê kirîye, derxistina yekemîn kovara kurdî ya ji bo zarokan bûye ku di serdema Komarê da hatîye çap û belavkirin. Kovara “Girrugallî Mindallan” di sala 1946an da li Mihabadê belav bûye û bi tenê sê hejmarên wê çap bûne. Bi gotina wê kovarê bi xwe, armanca wan, ronkirina fikr û bîra zarokên kurd bûye [7]. Herwisa ku ji mebest û amancên edebîyata zarokan û ji rûperên wê kovarê dixuye, yek ji mebestên girîng ên “Girrugall”ê şirînkirin û xurtkirina zimanê kurdî ji bo zarokên kurd bûye.
Niha piştî derbasbûna zêdetir ji 300 sal bi ser Ehmedê Xanî da û zêdetir ji 70 salî bi ser Komarê da, gelek xebatên curbicur ji bo zarokan li Kurdistanê û bi taybet Rojhilatê hatine kirin. Areş Mêhreban, yek ji nivîserên edebîyata zarokan li Rojhilatê dibêje ku bi saya xebatên çendîn salan yên nivîserên kurd, siberoja edebîyata kurdî ya zarokan gelekî ron e. Mêhreban behsa kêmasîyên vî biwarî jî dike û bi bawera wî nebûna navendeke akademîk û zanistî ji bo ku mirov bikare bi awayê zanistî li ser edebîyata kurdî ya zarokan lêkolînê bike, kêmasîya herî girîng e. Herwisa bi bawera wî divê nivîser û weşangerê edebîyata zarokan berî çapa her berhevekê, lêkolîneke zêde di vî biwarî da bikin [8].
Zarokên kurd, sermayeya herî girîng a vî welatî ne. Eger îro planên dijminan ên herî girîng li ser zarokên me ne, divê em jî berxwedana herî cidî di vê babetê da bikin û afirandina berhevên baş ji bo zarokan mezintirîn xebata me ye ku em bikarin wan bi başî perwerde bikin.
Çavkanî:
[1] Guzerî Ber Edebîyatê Kûdekan(Ku: Bihurînek ji Edebîyata Zarokan), Leylî Îmên, Weşanên Bîst û Pencê Şehrîwer, Têhran, 1975
[2] H.b
[3] Rola Edebîyata Zarokan di Perwerde û Kemilîna civakî da, Mihemedriza Bextîyarî, Kovara Lêkolînên Edebiayt, Îrfan û Felsefeyê, Havîna 2016an
[4] Kemilîna Tarîxî ya Edebîyata Zarokan. Fatime Hacîqasimlû, Kongera Navneteweyî ya Kultûr, Ziman û Edebîyatê, Şîraz, Havîna 2017an
[5] H.b
[6] Folklora Kurdî Edebîyata Devkî, Evdulkerîm Surûş, Weşanên Dîrok, Xorasan, 2020
[7] Edebî Mindalanî Kurd le Rojhelatî Kurdistan, Reza Şivan: https://peshmergekan.com/?p=30881
[8] Gotûbêja nivîserê kurd, Areş Mêhreban bi ajansa pirtûkan a Îranê ra(Îbna) : https://www.ibna.ir/news/303091/%D8%A2%DB%8C%D9%86%D8%AF%D9%87-%D8%A7%DB%8C-%D8%B1%D9%88%D8%B4%D9%86-%D9%88-%D9%85%D8%A7%D9%86%D8%AF%DA%AF%D8%A7%D8%B1-%D8%AF%D8%B1-%D8%A7%D9%86%D8%AA%D8%B8%D8%A7%D8%B1-%D8%A7%D8%AF%D8%A8%DB%8C%D8%A7%D8%AA-%DA%A9%D8%B1%D8%AF%DB%8C-%D8%AD%D9%88%D8%B2%D9%87-%DA%A9%D9%88%D8%AF%DA%A9-%D8%A7%D8%B3%D8%AA