Ebdulqadir Hec Salihê ji Serê Kanîyê di laşciwanîyê da, di asta cîhanê da bû yekemîn.
Rûdawê duhî ragihandibû ku Ebdulqadir Hec Salihê ji Serê Kanîyê di laşciwanîyê da bûbû duyemîn, lê tam dema ku ew agahî dihat ragihandin lîstikeka din dewam dikir.
Îro li bajarê Sankt Poltenê yê Awisturyayê 2 şampiyonîyên laşciwanîyê hat lidarixistin, yekem li ser asta wî welatî û ya dûyem jî li ser asta cîhanê bû.
Li gorî nûçeya Rûdawê di qehremanîya Awisturyayê de Kurdekî ji Rojavayê Kurdistanê yê ji bajarê Serê Kanîyê bi navê Ebdulqadir Hec Salih di giranîya 90 kîloyî de bû kesê duyem.
Ebdulqadir Hec Salih ji Rûdawê re got ew wê serkeftinê pêşkeşî xelkê Serê Kanîyê û hemû xelkê Rojavayê Kurdistanê dike.
Wî di vîdeonûçeya Rûdawê da destnîşan kirîye ku ew serkeftina xwe dîyarî dayikên şehîdan dike.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Gelek Kurd ji bo piştgîrîya wî çûn cihê şampiyonîyê û ji Rûdawê re kêfxweşîya xwe bi vê serkeftinê nîşan dan.
Kesekî Ermenî yê ji Qamişloyê jî li wir bû û got, wî bihîstibû ku Kurdek beşdarî vê şampiyonîyê dibe, lewma çûue ji bo ku piştgîrîya wî bike.
Wî herwiha got ku Kurd û Ermen ji hev cuda nabin
Wêne: SS ji Vîdeonûçeya Rûdawê.