Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

DYA û Îngilistanê êrişî Hûsiyan kir:”Êrîşên li dijî Yemenê dê bê bersiv nemînin”

13/01/2024

Serokê DYAyê Joe Biden aşkere kir ku “ji bo bersivdayîna êrîşên li Deryaya Sor”, wan li Yemenê li hêzên Hûsiyan xistin e. Hûsiyan diyar kirin ku di êrîşan de 5 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn û wiha got: “Ti êrîşeke li dijî Yemenê wê bê bersiv nemîne.”

Hat ragihandin ku balafirên şer ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îngilîstanê li çend bajarên Yemenê li dijî hin xalan êrîşên hewayî pêk anîn.

Li gor nûçeya Ajansa Anadoluyê ya ku ji çavkaniyên herêmî yên Yemenê girtine, balefirên şer ên DYA û Îngilistanê bi şev hin cih û xalên li Sanaya paytexta Yemenê, bajarên Hudeyde û Taîzê dan ber bombeyan.

Hin rayedarên DYAyê ku daxuyanî dane medyaya wî welatî ragihandin ku hêzên Amerîkî û Îngilistanê herî kêm li 12 hedefên Hûsiyan xistine û êrîş bi balafirên şer û muşekên Tomahawk hatine kirin.

Ajansa nûçeyan a Hûsiyan, SABAyê jî, agahî parve kir ku paytext Sana, Hodeyda, Sada û Zemar “bi êrîşên DYAyê re rû bi rû ne”.

Ji bo berdewamîya nivîsa bianetê bitikîne.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan