Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

DW: Em hewil didin beşa kurdî vekin!

21/10/2024

Berpirsê Giştî yê Weşana Tirkî yê Deutsche Welleyê (DW), Erkan Arikan îro li Diyarbekirê bû. Arikan ji bo bernameya Komeleya Rojnamegeran a Başûrê Rojhilatî (GGC) hatibû bajarî.

Li ser pirsa Botan Timesê, Arikanî diyar kir ku ev demek e ew hewil didin beşa Kurdî ya DWyê vekin. Wî got bûtçeya wan a sala 2025ê dê bê dîyarkirin heger çêbibe wan nîyet heye sala 2025ê an 2026ê beşa Kurdî vekin.

Arikanî diyar ku dema ew beşa Kurdî vekin ew dixwazin li Diyarbekirê ofîsa xwe vekin.

Deutsche Welle

Deutsche Welle (bi kurtî DW), saziyeke ragihandinê ye ku ji bajarên Bonn û Berlînê yên Almanyayê bi 30 zimanên cûda bi rêya radyo, televîzyon û înternetê weşanê dike bo derveyî welêt. Xizmeta radyo û înternetê li Bonnê ye. Di dema Şerê Sar de wek Dengê Almanyayê dihat naskirin.

Çavkanî: Wikipedia, Botan Times

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Tirkîye di Endeksa RSFê de ketiye rêza 159ê

Rêxistina Navneteweyî ya Rojnamevanên Bê Sînor/Sînornenas (RSF) ji ber zextên berdewam li

Mafê bikaranîna kurdî li Tirkiyeyê di sê mehên destpêkê yên 2025an de 24 caran hate binpêkirin

07/04/2025 Li Tirkiyeyê, di sê mehên destpêkê yên sala 2025an de 24

Li Tirkiyeyê di sala 2024ê de 109 caran mafê bikaranîna zimanê kurdî hatiye binpêkirin – Kurdish Monitoring

Kurdish Monitoringê ragihandiye ku di sala 2024ê de li Tirkiyeyê 109 caran