Durket Süren: Xwestin sîxurtîyê li min ferz bikin û ev bi xwe yek ji îşkenceyan e

  • 24/02/2022
Durket Süren: Xwestin sîxurtîyê li min ferz bikin û ev bi xwe yek ji îşkenceyan e
Vahdet Uçar Fotoğrafı

Vahdet Uçar

24/02/2022

Dûrket Suren, nûçegîhana Jinnewsê bi tohmeta ku “bi zanebûn û dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” doz lê hatibû vekirin. Dadgehê di 9emîn danişîna dozê de biryara xwe aşkere kiribû û di sûcê “bi zanebûn û dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” de rojnameger Suren beraet kiriye, di sûcê “propagandaya rêxistinê” de sal û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.

Em ji destpêka desteserkirina wê û heta danişîna biryara doza wê pê re axivîn; me pirsên xwe li ser pêvajoya darizandin, sûncdarkirinên lê tên kirin û encama darizandinê jê kirin Surenê jî bersivandin.

“Di yekê Adara 2018an de, dema ji bo çêkirina bernameyeka çandî, ku li ser zimanê zazakî û mûzîkê bû diçûm Mûşê hatim desteserkirin. Di rê de, li Licê em dane sekinandin û ez desteser kirim. ‘Eskeran bi çekên xwe em rawestandin û ev rewşeka gelek balkêş bû, ji ber ku ez rojnameger im û hewce nake bi çekan bême rawestandin. Dema em rojnamegerîyê dikin em desteserkirinê û hwd jî didin ber çavê mixabin.”

“Li Kurdistanê îşkenceyek li hemberî nasnameya rojnamegerîyê heye, dijminayîyek li hemberî nasnameya kurdbûnê heye, dijminayîyek li hemberî nasnameya jina kurdbûnê heye.”

“Di dema desteserkirinê de ez birim odeyekê û pirsên tohmetkar û balkêş ji min dipirsîn, li ser nûçeyên min digotin kî emrê çêkirina van nûçeyan dide te, an pirsên wek ‘tu çawa propagandaya rêxistinê dikî’, ‘tu çawa endamtîya rêxistinê dikî’ û hwd ji min dipirsîn.”

“Ev tişt tev dikin ku wek rojnamegerekî tu nikaribî karê xwe bikî, tu nikarî bala xwe bidî karê xwe, astengîyên te piştî demekê ji bo hevkarên te yan ekîba te dibin astengî, gava ev pêvajo hevqasî dirêj didome jî tu êdî ne dikarî karê xwe bikî ne jî dikarî jiyana xwe bi awayekî din bi şekl bikî.”

“Piştî tu têyî berdan jî, şopandina te, guhdarkirina telefonan, ferzkirina sîxurtîyê û hwd hemû jiyana te asteng dikin û ev yek weka îşkenceyê ye.”

“Helbet dê hewldanên me yên ji bo rojnamegerîyê berdewam bin, çawa ku rojnamegerîyê li hemberî her zext û zordarîyê berdewam kiriye dê dîsa bike.”

Çi Qewimîbû?

Dûrket Suren, nûçegîhana Jinnewsê bi tohmeta ku “bi zanebûn û dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” doz lê hatibû vekirin. Dadgehê di 9emîn danişîna dozê de biryara xwe aşkere kiribû û di sûcê “bi zanebûn û dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” de rojnameger Suren beraet kiriye, di sûcê “propagandaya rêxistinê” de sal û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Danişîna Surenê li 11emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hatibû, Surenê tevlî danişîna dawîn nebûbû lê parêzerê wê li salona danişînê amade bû. Piştî parastinan dadgehê biryara xwe aşkere kiriye ku di sûcê “bi zanebûn û dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” de rojnameger Suren beraet kiriye, di sûcê “propagandaya rêxistinê” de sal û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê lê biriye. Her weha dadgehê qedexeya derketina derve ya li ser Surenê rakiriye û cezaya wê jî taloq kiriye.

%d