Îro ne bi hejmarên zanistî lê li gor nezerî û pêhesîna xwe dibêjim, kesên ku demekê bi tirkî dinivîsandin û vegeriyan kurdî, ji ew kesên ku kurdî nivîsandine û çûne ser tirkî zêdetir in. Ev nîşaneyek e ku mirov dikare ji pêş-şêweya qamûyê zêdetir behsa qamûyeke kurdî bike di warê edebî de. Lê belê ew qamûya hanê li hemberî qamûya siyasî qels û lawaz e. Di qamûya kurdî de giranîya kurdînûsan, di biwara siyasî ya kurdan de jî serdestîya tirkan, tirkînûs û tirkîaxêvan heye.
***
Van rojan, Müslüm Yücel nivîseke bi navê “Türk entelektüelleri” (“Rewşenbîrên Tirkan”) belav kir. Zûde ye nivîseke wisa di nav kurd û tirkan de nebûbû cihê nîqaşê. Ji reşikên malê heya sipîyên gewrik ji derdorên rengîn fikr û ramana mirovan qamûya dîjîtal geş an jî şêlo kir. Qamûya dîjîtal dibêjim lewra xuya ye li ser gelek hişyarîyên zanistî û polîtîk ên hêvîbexş ev biwar dê bibe weke biwara sereke ya raya giştî. Naverok û xulasekirina wan li alîyekî, ne weke gazindekê lê weke berdevkîya gazindekê, bi awakî kêmstemkarî li min wisa tê ku qamûya kurdan di ser kurdî û tirkî re bi rengekî tûj û asîmetrîk bûye du beş. Kurdistan çawa bi gelek alîyan ve (çi sîyasî, erdnîgarî û civakî) pareparî (bi qewlê Hamit Bozarslan fragmental) bûbe, di sazkirina qamûyê de jî ev pareparî bi awakî tûnd dîyar e.
Di kitêba xwe ya bi navê Kamusallığın Yapısal Dönüşümü (Guherîna Binyadî ya Qamûtîyê) Jürgen Habermas çarçoveya giştî ya qamûyê li ser pêş-şêweyên wêjeyê saz dike. Li gorî wî berî ku qamû (raya giştî) ji ragêşîya di navbera dewlet û civakê de saz bike, kirdewarîya ku hîma xwe ji mahremeîyta biwara malbatê dibîne qamûya xwe ava dike. Berî erka qamûyî ango pêvajoya aqlê sîyasî yê şexsan, diyar dike ku “di bin kirasê vê qamûbûyînê de bi dirûvekî bi temamî dersîyasî qamûbûyîneke dîtir ava dibe: ev, bi wesfa edebî pêş-şêweya qamûyê ye ku bi erkê siyasî radibe” (96). Her wekî din bi pênaseyên Habermas ev der cihê ceribandinê ye, çalakîyên hişmendî yên eqlê qamûyî tê de têne caribandin, pêvajoya wan takekesan e ku tê de xwe ronî dikin. Lewra li gorî zêdekirina Habermas ev dem, bi awakî xweser zanista derûnî weke zanisteke burjuwayî dertê pêş. Habermas wisa dîyar dike ku çalakîyên hişmendî yên eqlê qamûyî di sazîyên çandî (êdî bi awakî qamûyî dilê kê bixwaze dikare here were), eywanên xwendinê, li şano, mûze û konsertan der dibire, her wekî din bi eleqeyên derûnî ve teşe digire (96).
Di ferhenga Habermas de pêş-şêweyên edebî ji rojnivîskan heya bi nameyan, ji rojnameyan heya bi kitêban fireh dibe. Ji bo kurdan “hunera mihakemeya qamûyî” di wextên modern de zêdetir bi qamûya wan dewletên serwer re tê xwendin. Ev jî bivê nevê xwe dispêre cudahîyên zimanî. Bo nimûne kurdekî bakurî heke bi tirkî nizanibe di biwara qamûyî de nikare xizmetên qamûyî werbigre, di nezera dewletê de ji ber ku “zimanekî nediyar” dipeyive tune tê hesibandin. Lê belê tunebûna di qamûya bûrokratîk de nayê wê mahneyê ku mirovên civakî qamûyên xwe yên dîtir hebin. Li gorî Habermas “qamûya sîyasî, ji qamûya edebî peyda dibe, bi rêya raya giştî pêdivîyên civakî radigihîne dewletê (98). Civakek heke xwedî qamûyeke edebî be, ango qamûya xwe ya edebî bi zimanê xwe damezrandibe û zimanekî din li ser wê qamûyê bê ferzkirin di navbera wê û dewletê de arizeyên dubendîkar dertên holê.
Heya piştî şerê yekemîn, heke em pêşşêweyên edebî jî weke pariyekî ji qamûyê bihesibîn (pêş-şêweya kurdî zêdetir bi çanda devkî ve der dibe) qamûyeke kurdî û kurdewar di nav civakê de serdest bû. Lê îro gelo bi rastî nemaze li Bakur gelo mirov dikare behsa qamûyeke kurdî bike?
Her ku edebîyata kurdî pêşve çûbe, gelek berhem, çeşn û cure, nifûzeke zêdetir wêjenas (nivîskar, xwîner, rexnegir, weşanger) li xwe zêde kiribe jî qamûya kurdî li hemberî qamûya tirkî (çi kurdewar an na) têkçûyî ye. Çima?
Bi qewlê Habermas “mîratgirên pirdanêr [navgînkar]” wextê di biwara sîyasî de dest bi kirdewarîyê dikin di cîhaza modern a dewletê de tev li karê qamûsazîyê dibin. Li Bakur mixabin ev pêvajo di ser tirkî re ava, geş û xurt bûye. Heke veguherîna pêş-şêweyên edebî ya kurdî ber bi qamûya burjuwayê ve li gorî serbestbûna zimanê dayikê (“ragihandin weke hêzeke hilberîner”) bimeşe ew li hemberî tirkî heya radeyekê dikare li ber xwe bide. Ev jî tê vê mahneyê ku di kurdî de wê bi awakî nexwezayî (bi hukm û kartekên dagirkerîyê re) dê qamûya kurdan û qamûya kurdî weke du qamûyên ne ji malekê di nav civaka kurdî de kar bikin.
Îro ne bi hejmarên zanistî lê li gor nezerî û pêhesîna xwe dibêjim, kesên ku demekê bi tirkî dinivîsandin û vegeriyan kurdî, ji ew kesên ku kurdî nivîsandine û çûne ser tirkî zêdetir in. Ev nîşaneyek e ku mirov dikare ji pêş-şêweya qamûyê zêdetir behsa qamûyeke kurdî bike di warê edebî de. Lê belê ew qamûya hanê li hemberî qamûya siyasî qels û lawaz e. Di qamûya kurdî de giranîya kurdînûsan, di biwara siyasî ya kurdan de jî serdestîya tirkan, tirkînûs û tirkîaxêvan heye.
Çi xisara vê yekê heye?
Nizanim!
Lê weke ku ji rewşê xuya dike ev dubendî di navbera kiryaran de bi awakî mîzahî bêjim ji dêvla ilusioya Bourdieukî (bawerîya bi biwarê), îlûzyonekê çêdike, îlûzyoneke ji bawerîyê xurttir.
Ango bi gotina pêşîyan:
“mêvanê ehmeq, sifra malê rast dike.”
Çavkanî
Habermas, Jurgen. Kamusallığın Yapısal Dönüşümü. Wer. Tanıl Bora û Mithat Sancar. Çapa 15., İletişim Yayınları, 2018.