Du starên MiGooyê: Rewşa Îmamoglu ne xema me ye

  • 15/12/2022
Du starên MiGooyê: Rewşa Îmamoglu ne xema me ye
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

15/12/2022

Du starên rêzefîlma bi navê Migoo ji Twitterê gotin ku minaqeşeyên ser rewşa Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ne xema me ye.

Şanoger Erdal Kaya bi bîr xist ku dema hikûmeta Tirkîyê li bajarên Kurdan qeyum wezefîdar kirine deng ji muxalefetê derneketiye.

Kaya da zanîn ku ew rewşa hatiye serê Kurdan niha hatiye serê muxalefeta Tirkan, û bi pirs go ka Kurd bila bo çi bertekan nîşan bidin.

Mîzahşorê şanoger di dawîya twîta xwe de ‘’Ez li maçê temaşe dikim, li xwe baş binêrin, bay-bay, maçek.’’ nivîsî.

Stêrka din ya Migoo, Rozerîn Baltaşê jî got ku rewşa Îmamoglu hîç ne xema wê ye. Baltaşê da zanîn ku ewê biçe ojeya xwe çêke ku ew meseleyeke girîntgir e.

Dadgeheke Stenbolê duh Çarşemê cezayê zindanê li Îmamoglu birî. Partîyên muxalefeta Tirkîyê dê îro Pêncşemê ser rewşa dawî mîtîngekê çêkin. 

Hin Kurd ligel Îmamoglu disekinin, lê hin jî dibêjin ku divê Kurd helwesta xwe nîşan bidin û neçin mîtîngê.

Hêjayî bîrxistinê ye, Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş di hilbijartinên herêmî yên 2019an de bi awayekî eşkere piştgirî dabû Îmamoglu.

%d