Di sala 1957ê de, du şaîr, li du welatên ji hev dûr, ji hevûdu bê hay, ji partiyên xwe yên komunîst îstifa kirin. Yek ji wan Aimê Cêsaire yê din jî Cegerxwîn bû. Aimê Cêsaire hemwelatiyê Fransayê bû. Dapîr û bapîrên wî, çar sed sal berê, ji Efrîkayê wekî kolê hatibûn anîn û di plantasyonên girava Martinîkê de wekî kole dabûn xebitandin. Yê din li malbateke feqîr, li welatekî wêrankirî çavên xwe vekiribûn. Li pey nanê hişk şivantî, bi zekata xelkê feqîtî kir; da ku ji bo rewşa welêt çareyekê bibîne şoreşgerî kir û ji ber wan kul û derdan bû ceger xwîn. Di serdema wan de du pirsgirek derketîbûn pêş: proleterya û kolonyalîzm. Bi fikr û ramanên sosyalîstan, çîna karkeran divê li metropolên Ewropayê li hemberî sitemkarî û kedxwarîyê têbikoşiya û mirovahiyê xelas bikira. Lê wê serdemê, gelên bindest li hemberî kolonyalîzmê serî hildabûn. Kapîtalîzmê hikmê xwe li metropol û welatên kolonîkirî bi heman awayî îcra nedikir.
Sermiyana Ewropa ne tenê bi keda çîna karkeran li metropolan lê bi talankirina ked û mal û milkên gelên bindestan hatibûn berhevkirin. Wekî Cesaire nivîsîye, “tu lutkeya balaxaneyan tunebû ku bi xwêdana pahnên min şil nebûne. Ew ne tenê “tî û birçî” lê di heman demê de “bê kes û bê xwedî” bûn.
Ji ber vê yekê, rizgarikirina gelên xwe û avakirina hûmanîzma nû wekî du armancên sereke tespît kiribû. Dinyaya ku lê dijîn û dîroka nivîsandî ne cih dabû êş û elemên wan ne jî şoreş û têkoşîna gelên wan. Xwestin ku gelên wan jî li dinyayê, di nav mirovahiyê de, bi nav û rengên xwe bibin xwediyê cihekî meşrû. Lê ew ne karekî hêsan bû. Hem însan hem jî ax, giş bûbûn milkê mêtîngeran û ew tişt li ser navê pêşxistin û medenîkirinê hatibûn meşrûkirin.
Aimê Cêsaire di sala 1939ê de berhema xwe ya bi navê Cahier d’un Retour au Pays Natal [Deftera Vegera bo Niştiman] nivîsî. Zaroktiya Cesaire li Martinîk, yek ji Gravên Antîl, derbas bûbû. Antîl di heman demê de warê Toussaint L’Ouverture, pêşengê Şoreşa Haitîyê bû. Ew şoreş şoreşa ewil a dinyayê bû ku bi destê koleyan pêk hatibû û wan dawîya koletîyê anîbû lê dîroknasan cih nedabûbû wê şoreşê. Cesairê xwest ku hem cihê mirovên reşik di dîrokê de sererast bike û hem jî xwe bi Toussaint L’Ouverture û şoreşên dema xwe jî bi şoreşa Haitîyê ve girê bide. Çawa ku Cigerxwîn di ‘Şerefnameya Menzûm’, ‘Şehnameya Şehîdan’ û ‘Kîne Em? de xwe bi pêşeng û rêberên dîroka Kurd re girê dabû.
Ji bo Cegerxwîn û Cesaire di nav têkoşîna li hember kapîtalîzm û kolonyalîzm de nakokî tunebûn. Her duyan jî hevûdu temam dikirin. Bi heman awayî nakokî di nav xebatên bo miletên xwe û yên ji bo mirovahiyê de tunebû. Berovajî wê têkoşîna gelên bindest beşek ji avakirina humanîzmaya gelemperî bû. Bi vê fikr û ramanê her dû di jî di refên partiyên komûnîstan ketin siyasetê. Deh sal bi wan re xebitîn.
Di dawiya sala 1956ê de Cêsaire nameya îstifayê ji sekreterê gişti yê Partiya Komunîst a Fransayê (PKF) Maurice Thorez re şand. Aimê Cêsaire ew raman û mesele derdixistin pêş:
“Çima PKF di teorî û pratîkê de cih nedida tecrûbe û daxwazên gelên efrîkî û mirovên reşik? Ew ne mecbûr bûn ku xwe bi sosyalîzmê ku li gor tecrûbeya Fransa hatibû pênasekirin girêbidin”. Cesaire digot “Em wekhev in, divê komûnistên Fransayê îtifak û itaetê tev li hev nekin. Em dibînin wan mêjiyên xwe hê ji kirêtî û pozbilindiya serdema kolonyalîzmê paqij nekirine. Ji ber ku min maf û têkoşîna mirovên reşik parast ez bi nijadperestiyê tawanbar kirim. Lê ew ne rast e. Mirovên reşik jî beşeke mirovahiyê ne û mafên wan jî hene. Marx baş e lê divê bi tecrûbeyên mirovên reşik û yên “cografyayên nênas” were temamkirin”.
Cegerxwîn di xebata xwe ya ‘Jînenîgariya min’ de dûr û dirêj li ser sedemên îstifaya xwe ya ji Partiya Komûnîst a Sûriyê disekine û dibêje, “li gor endamên partiyê, miletperwerî û mirovperwerî berovajî hev bûn. Divîyabû ku min dev ji netewperestî berda û tenê li ser mirovahiyê û proleterya bixebitama. Lê gelo, komûnîstên Rusyayê û yên Çîna mezin li ser navê komûnîzmê tekoşîna miletên xwe înkar kirine ku ez rabim înkar bikim. Em doz û daxwaza xwe li hêviya Gîvara bihêlin, ew dê were hawara me û me xelas bike yan jî li benda Yekîtiya Soviyetê bisekinin? Encax em bi xîreta xwe û bi hevalbendiya wan karibin xwe xelas bikin. Gelo hûn ji miletên din ku ji bo serxwebûna xwe şer dikin re dibêjin dev ji şerê xwe berdin û werin hawara gelên din? Ji me re dibêjin ger hûn ê doz û dawa kurdan bikin herin Kurdistanê. Em bi ku ve herin. Ma Kurdistan maye? Em biçin Merîxê? Ger ez hevalê we me li gorî wê tev bigerin ger na bila bizanin ez ne gerdenxwarê kar û fermana partiya we me”.
Her du şaîran xwestibûn tecrûbeya têkoşîna gelên xwe yên bindest bikin parçeyekî tevgera avakirina mirovahiyê nû. Lê çênebû.
Niha pirs ev e. Gelo di serdema ku em tê de ne tecrûbeya gelê Kurd çi ye?
Çavkanî
Cegerxwîn, Jînenîgeriya min, Apec, 1995.
Yusuf Kaynak, Jînenîgariya Cegerxwîn û Berhemên Wî, Do, 2010.
Aimê Cêsaire, “Name bo Maurice Thorez” wer. Fexriya Adsay, Zarema, Hejmar 14, 2021.
Aimê Cêsaire, Notebook of a Return to the Native Land, Wesleyan University Press, 2013.
Ibrahîm Ibrahîm, Rengvedana Dîroka Kurdî di Helbestên Cegerxwîn de, 2018