Du rojnamegerên Fox Newsê li Ukraynayê mirine

16/03/2022

Du rojnamegerên ku di qenala nûçeyan a Fox Newsê de dixebitîn di dema pevçûnên li Ukraynayê de mirine.

Kameraman Pierre Zakrzewskiyê 55 salî û çêker Oleksandra Kuvshinovaya 24 salî, nêzî Kievê li Horenkayê hatine kuştin. Hatiye zanîn ku otomobîla wan hatiye gullebarankirin.

Hevkarê wan ê 39 salî Benjamin Hall birîndar bûye û rakirine nexweşxaneyê.

CEOya Fox Newsê Suzanne Scottê di derbarê vê bûyera ku duh pêk hatiye de gotina “rojeke ku dilê me şikand” bi kar anîye.

Serokwezîrê Îrlandayê Micheál Martin jî ji ber mirina Kuvshinova û welatiyê Îrlandî Zakrzewski xemgîniya xwe ya kûr anîye ziman.

Roja Yekşemê, rojnamevanê Amerîkî Brent Renaud li derveyî Kîevê, li bajarokê Irpinê hatibû kuştin. Ew yekem mirina tomarkirî ya rojnamegerekî biyanî bû ku şerê Ukraynayê dişopîne.

Li gorî Seroka Mafên Mirovan a Parlamentoya Ukraynayê Lyudmyla Denisovayê heta niha herî kêm 2 rojnamegerê Ukraynayê mirine.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Pirtûka Zulkuf Ergun, a bi navê “Rizgarkerê Dawî yê Helbesta Kurdî” çap bûye

Weşana paşê

Hejmara 24an a kovara Dilopê derket

Te hay ji vê heye?

Lêpirsîn li dijî rojnameger Oznur Degerê dest pê kiriye – bianet

Serdozgerîya Komarî ya Mêrdînê li dijî

Anarşîstekî Dij-Kolonyal: Errico Malatesta

Ji bo ku ji rastiya Kurdistanê

Çûkên Li Ber Firê

Rokê serê sibeyê em giş di

DFGyê rapora meha hezîranê ya binpêkirina mafên rojnamegeran belav kir

Botan Times temamîya rapora DFGyê diweşîne.