GGC: Du rojnamegeran êrîşî serokê Cemîyeta Rojanmegerên Başûrê Rojhilat (GGC) Mücahit Ceylan kirine


Navenda Nûçeyan
Lijneya Rêveberiya Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat (GGC) daxuyaniyeka nivîskî belav kiriye û diyar kirine ku du rojnamegeran êrîşî serokê Cemîyetê kirine. GGCyê di daxuyanîyê de êrîşa li hemberî Mehmet Mûcahît Ceylan şermezar kiriye. Herweha Rêveberiya GGCyê duh bi şev civîneka awarte li dar xistiye û biryar daye ku her du rojnamegera ji endamtiya cemîyetê bên derxistin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Lijneya Rêvebiriya GGCyê ya der barê mijarê da ev agahî hatine dayîn:
“Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat Mehmet Mucahît Ceylan, li Buroya Ajansa Nûçeyan a Demîrorenê ya Amedê ku lê dixebitî, rastî heqaret, gef û êrîşên fîzîkî yên xebatkarên DHAyê B.E û E. K. hat.
Êrîşa ku li dijî Serokatiya GGCyê ya Ceylan a ku bi sedan rojnameger di bin banê xwe de dihewîne, ji aliyê xebatkarên çapemeniyê ve hatiye kirin, ji bo pîşeya me bûye cihê şermezariyê.
Argumana sereke ya rojnamegerên ku civakê dirust dikin û divê ji civakê re bibin mînak fikir û pênûsa wan e. Dema ku tê gotin ku kesên serî li şîdet, heqaret û tehdîdan di bin banê GGCyê de nahêlin, ji bo pîşeya me jî xisareke mezin e ku em van kesan bi pîşeya xwe ya pîroz bi nav bikin.
Em silavên xwe ji serokê xwe birêz Ceylan re ku rastî vê êrîşa hovane hatiye dikin, êrîşkar B. E. û E. K. bi tundî şermezar dikin.
Lijneya Rêvebir a GGCyê”