Karesata erdhejên ku bi navenda Mereşê pêk hatin bandorek neyînî li Amedê jî kir.
Li Amedê dengbêjên Mihemedê Nenyasî û Muzîkjena Zîlan Tigrîs jî di bin kavilan de man û koça dawî kirin.
Di erdhejê de li navçeya Yenîşehîr a Amedê avahiya ku mala dengbêjê navdar ê Amedê Mihemedê Nenyasî (75 salî) lê bû hilweşiya. Ew bixwe ligel hevjîna xwe Servet, keçên wan Nermîn û Ayfer û kurê wan Yunus Tanriverdî di bin kavilan de man.
Cenazeyê dengbêj Mihemedê Nenyasî û yên hevjîna wî û 3 zarokên wî piştî 10 rojan ji bin xirbeyên avahiya Diyar Galerîayê ya Amedê hatin derxistin.
Cenazeyê Zîlan Tîgrîs û hevjînê wê Çagdaş Çankaya di bin kavilên avahîya 9 qatî ya Apartmana Sozelê ya li taxa Ofîsê hat ditîn.
Zîlan Tîgrîs bi deh zimanên cuda stran digotin.
Cenazeyê Tîgrîs û hevjînê wê li Goristana Yenîkoyê hat veşartin.
Di encama wan herdu erdhejan de li parêzgeha Amedê jî nêzî 20 avahî hilweşiyan.
Ji ber erdhêja 6ê Sibatê ya li 10 bajaran bandor kir heta niha 36 hezar kesan canê xwe ji dest dan.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.