Hevserokê Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û hevserokê wê partîyê yê Amedê Hayrettîn Altun hatin girtin.
Altun û Bayındır bi ”endamtîya bo rêxistina terorê” tên sûcdarkirin.

Polîsan hefteya borî li 10 bajaran bi ser endamên DBPê de girtibûn û di operasyonan de 14 kes hatibûn desteserkirin.
Endamên din yên partîyê, piştî îfadeya wan bi biryara ”qedexeya derketina derve” hatin berdan.
DBP di sala 2014an de ava bû û armanca wê xurtkirina sîyaseta herêmî ye.
Foto: DBP Twitter / SS