Du endamên Platforma Ciwanên Serbixweyê hatin berdan

04/10/2024

Endamên Platforma Ciwanên Serbixweyê, Ferid Azad û Behced Çiftçi îro hatin berdan.

Doza wan her du endamên PCSyê îro li Mersînê bû.

Ew ji ber propagandaya terorê hatibûn desteserkirin.

Çi bûbû?

Li Amedê, 9ê Tîrmehê, spêdeyê polîsan bi ser navenda Platforma Ciwanên Serbixwe û malên endamên wê da girtibû.

Di encama biserdegirtina malan de Berdevkê Platforma Ciwanên Serbixwe Ferîd Azad û hinek endamên din yên PCSyê hatibûn desteserkirin.

Di doza yekem da biryara girtina Ferîd Azad û Behçet Çifçi hatibû dayîn û du endamên din hatibûn berdan.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Hûn ji vî heywanî ra çi dibêjin? 47 navên wê hene!

Weşana paşê

Bi Botê Botan Timesê re biaxive!