Du endamên PCSyê hatin girtin

Du endamên Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) hatin girtin.

Li Amedê berî du rojan 9ê Tîrmehê, spêdeyê polîsan bi ser navenda Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) û malên endamên wê da girt.

Di encama biserdegirtina malan de Berdevkê Platforma Ciwanên Serbixwe Ferîd Azad û hinek endamên din yên PCSyê hatin desteserkirin.

Îro di doza yekem da biryara girtina Ferîd Azad û Behçet Çifçi hat dayîn û du endamên din hatin berdan.