DTSO jî tevlî kampanyaya hibijartina dersên kurdî bû

DTSO jî tevlî kampanyaya hibijartina dersên kurdî bû
DTSO jî tevlî kampanyaya hibijartina dersên kurdî bû
Vahdet Uçar
  • 19 Ocak 2022 12:37

Odeya Bezirganî û Senayîyê ya Dîyarbekirê (DTSO) banga hilbijartina dersen Kurmancî û Zazakî yeni di yav dersen bijartî yên polen 5-6-7 û 8an kiriye. Ev bangewazî bi rêya daxuyanîyeka çapemenîyê dane zanîn. Her weha di daxuyanîyê de daye zanîn ku ew dê ”Pêşbirka Nivîsandina Çîrokên Kurdî” li dar bixin. Ji 100 xwendekarên serkeftî re dê tablet ben dayîn.

DTSOyê di daxuyanîyê de bal kişandiye ser girîngiya hilbijartina dersên zimanê dayîkê, dersên kurmancî û zazakî, di nava dersên bijarte de. Lewra jî ji bo balkişandina rewşê û teşwîqê daxuyanî dane ku dê pêşbirkekê di nav xwendekarên dersên kurdî hilbijartine de li dar bixin. Û di dawîya pêşbirkê de dê 100 xwendekarên serkeftî tabletekê û hemû xwendekarên beşdar bûne jî seteka pirtûkan bi dest boxing. Di daxuyanîyê de şert û rêbaza serîlêdanê hatime ravekirin û forma serîlêdanê jî cih digirin.

Ji bo forma serîlêdanê bitkînin: https://docs.google.com/forms/d/e/1FAIpQLSeU0J6OKCxI-ubFuWR4FoFEmBhdPg0i09_ghgilOg1e1WtB4w/viewformxwe

Daxuyanî bi tevahî bi vî şiklî ye:

DİVÊ EHEMMÎYETA DERSÊN KURMANCÎ Û ZAZAKÎ HEBE Dİ NAV DERSÊN BİJARTE DE!
Wek tê zanîn dersa bijarte ya kurdî, ku di sala 2012an de Wezareta Perwerdehiya Neteweyî êxistibû mufredatê, kelecaneka mezin derxistibû holê. Lê her çiqas ji bo dersên bijarte (zaravayên kurmancî û zazakî yên kurdî) daxwazeke mezin hebe jî, ji ber nebûna mamosteyan û nebûna agahîyên têr li dibistanan, hêviyên civakê bi cih nehatin.
Serîlêdanên dersên bijarte yên sala perwerdehiyê ya 2022-2023an hatine vekirin dê heta 21ê Çileya 2022an berdewam bikin. Hilbijartina zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî ku di nav dersên bijarte yên polên 5-6-7 û 8an de ne, ne tenê ji bo derbaskirina hin astengên li pêşiya Kurdî, di heman demê de ji bo bicîhkirina namzedên mamosteyên kurdî jî girîng e. Ji bo maxmosteyên kurdî ku ji besen Ziman û Edebiyatê derçûne jî derfetekê peyda dike.


Her çiqas di perwerdeya navîn de dayîna zimanê kurdî wek derseke bijarte têr neke jî ji bo zarokên me perwerdeya bi zimanê dayikê girîng û bi qîmet e. Di vê dema ku nîqaşa dersên bijarte yên bi kurdî dewam dikin de, xwendekar û dê û bavên wan ji ber ku di derbarê mijarê de ne xwedî ter agahî ne an jî ji ber ku difikirin ku dê perwerdeya kurdî neyê dayîn van dersan tercîh nakin.


Bi taybetî jî ji bo ku kurdî di hemû warên perwerdehîyê de bê bi kar anîn û nifşên pêşerojê bikaribin bi ziman û çanda xwe mezin bibin barekî girîng û mezin dikene ser pişta rêxistinên pîşeyî, rêxistinên sivîl, partiyên siyasî, zanîngeh, akademîsyen û nivîskar û dê û bavan.


Wek pêwîstiyeke dewlemendiya me ya civakî û çandî, hemû beşên civakê xwe erk û berpirsyariya parastin û pêşxistina zimanê kurdî hene. Bi taybetî jî divê sazî û zanîngeh hesastir bin. Divê rêvebirên saziyên perwerde û hîndekariyê bi hesasiyeta civakî nêzikî bûyerê bibin, rêberiya objektîf ji dêûbav û xwendekaran re bikin û di temîna xwendekaran de hesasiyeta pêwîst nîşan bidin.


Dê Odeya me ji bo ku zarokên me bi zimanê dayikê perwerdehiyê bibînin û ziman û çanda kurdî biparêzin û pêş bixin, di çarçoveya berpirsyariya xwe de pêşbirkekê li dar bixe. Di encama “Pêşbirka Nivîsandina Çîrokên Kurdî” ya ku ji aliyê komîsyona ku bi beşdariya jûreya me û saziyên sivîl ên pêwendîdar ve tê avakirin, wê ji 100 xwendekarên serkeftî re tablet bên dayîn. Her wiha dê hemû xwendekarên ku dê beşdarî pêşbirkê bibin dê seteka pirtûkan a wêjeya Kurdî bê dayîn.


Em bîr dixin ku dema dawî ya hilbijartina dersên bijarte dersa kurdî 21ê Çileya 2022an, roja Înê ye, em bang li xwendekar û dê û bav û xwendekarên xwe dikin ku dersa bijarte ya kurdî (kurmancî, zazakî) hilbijêrin û beşdarî “Pêşbirka Nivîsandina Çîrokên Kurdî” bibin.


Şert û Detayên Tevlîbûnê yên “Pêşbirka Çîroka Kurdî”:


1- Çîrok dê bi zaravayên Kurmancî yan jî Zazakî yên Kurdî bên nivîsandin.
2- Xwendekarên ku serlêdanê bikin dê piştrast bikin ku wan kurdî wekî dersa bijarte hilbijartiye.
3- Pêşbaz dê di pola 5-6-7 û 8emîn a Perwerdeya Navîn de bin.
4- Divê çîrok herî kêm ji 400 peyvan pêk were.
5- Xwendekarên ku li parêzgeh û navçeyên Diyarbekirê dixwînin dikarin serî li pêşbirkê bidin.

Serîlêdana Dawî: 21 Adar 2022, Duşem
Cihê Serlêdanê: Avahiya Xizmeta Bazirganî û Pîşesazî ya Diyarbekirê
Têkilî: 0412 280 35 50 ”