Serdozgerîya Komarî ya Enqereyê di îddianameyê da ji bo ku Muftuoglû bi hevpîşeyên xwe Sedat Yilmaz, Ozgur Paksoy û Mehmet Alî Ertaş re axivîye ew tohmetbar kirî.
Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê(DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê(MA) Dîcle Muftuoglû di 29ê Nîsanê da hatibû desteserkirin û di 3ê Gulanê da jî biryara girtina wê hat dayîn. Derbarê Muftuoglûyê da îddianame hat amadekirin.
Serdozgerîyê Mûftûoglû jî weke Sedat Yilmaz ku bi hev re hatibûn girtin bi ‘endamtiya rêxistinê (TCK 314/1)’ û ‘avakirin an rêvebirina rêxistina terorê ya çekdar (TCK 314/2)’ tohmetbar kir.
Serdozgerîyê di 41 rûpelên îdianameyê da ku ji 43 rûpelan pêk tê, cih daye xebata û taybetmendîyên PKK û KCKê û her weha cih daye îfadeyên şahidên nepen û eşkere yên têkildarî van xebatan.
Ji bo dewam nûçeyê bitikîne